Bersûcê cînayeta Kurkut: Heke bersûcên rast bihatina guhdarîkirin niha her tişt aşkera bûbûya 2022-09-15 15:49:17   AMED - Polîs Yakûp Şenocak ku ji ber kuştina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut bi sûcê “kuştina bi qestî" tê darizandin di danişînê de wiha got: “Ger ku bersûcên rast bihatana guhdarkirin dê rastî aşkera bûbûya."   Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut di Newroza 2017’an a Amedê di encama gulebarana polîsan de hate qetilkirin. Di doza derheqê kuştina Kurkut de polîsê bersûc Yakûp Şenocak ji sûcê “kuştina bi qesdî” beraet kiribû. Biryar ji hêla 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Herêmî ya Amedê ve hate xerakirin û darizandina bersûc Şenocak domiya. Dadgeha Îstînafê dosya li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê vegerand û îro duyemîn danişîna dozê hate dîtin. Bersûc Şenocak bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Her wiha parêzerê bersûc Ahmet Firat, parêzerên malbata Kurkut Serdar Çelebî, Mehmet Emîn Aktar û Cîhan Aydin jî di danişînê de amade bûn.    Şandeya dadgehê da zanîn ku biryara guhdarkirina polîsan ku di danişîna ewil de hatibû dayîn pêk hatiye, îfadeyên polîsên bûne şahidê bûyerê hatiye wergirtin û li dosyayê hatine zêdekirin.    DAXWAZA GIRTINÊ   Dozgeriyê têkildarî usûlên guhdarîkirinê û kesên divê bên guhdarkirin tu daxwaz nekir û xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Parêzerên malbatê jî ev rewş qebûl nekir û xwestin ku usûlên guhdarkirinê pêk bên û kesên hewcehî bi guhdarîkirina wan heyî jî bên guhdarkirin. Di danişînê de parêzer Aktar anî ziman ku delîlên li cihê bûyerê nîşan didin ku Kurkut bi zanebûn hatiye kuştin û wiha got: “Li şûna ku bersûc her kesî biparêze, Kemal Kurkut bi qesdî kuştiye. Em dixwazin bersûc were girtin.”   Parêzer Serdar Çelebî jî destnîşan kir ku bersûc bi hinceta kêmbûna delîlan beraet kiriye û dadgeha Îstînafê jî ev biryar xera kiriye. Bi domdarî Çelebî wiha got: “Me daxwaza komkirina hinek delîlan kiribû. Lê belê ev daxwaza me pêk nehat.”    DAXWAZA GUHDARKIRINA ŞAHIDAN   Parêzer Çelebî li dijî guhdarîkirina şahidan a li ser fermanê ya di navbera her du danişînan de nerazîbûna xwe anî ziman û wiha got: “Hewceye peywir û tespîtkirina nasnameya şahidan, ji hêla şandeya pispor ve bê kirin û di hizûra dadgehê de bên guhdarîkirin. Li cihê bûyerê dîmenên hatine kişandin hene. Li cihê bûyerê gelek polîs hene. Heke polîs destnîşan bikin bê ka di dema bûyerê de li ku bûn, wê demê em ê îfadeyê piştrast bikin. Em nizanin bê ka şahid di wê kêliyê de li ku bûn. Bila dîmenan nîşanî her şahidekî bidin û jê were pirsîn bê ka di wê kêliyê de li ku bû. Em jî dê li gorî wê pirsan jê bikin. Em nizanin bê ka şahid rast dibêjin an na. Heta dîmen neyên vekolandin û nîşanî şahidan bên dayîn, ev îfade kêm dimînin.”    Çelebî xwest ku polîsên di dîmenan de cih digirin bên guhdarkirin û polîsê bersûc jî were girtin.     ‘LI DERVEYÎ GIŞTÎNAMEYÊ TEVGERIYA’   Parêzer Cîhan Aydin jî giştînameya Wezareta Karên Hundir a “Heya ku şert û merc pêk neyên çek nayê bikaranîn” bi bîr xist û anî ziman ku ev giştîname ji bersûc û polîsên din ên çek bi kar anîn re hatiye şandin û ev yek di biryara Lijneya Venihêrînê ya Walîtiya Amedê de jî heye. Aydin bi bîr xist ku li gel vê çewtiyê jî Lijneya Venihêrînê ya Bajêr der barê polîsê bersûc de biryara ji peywirê girtinê daye û diyar kir ku polîsê bersûc derveyî fermanê tevgeriyaye û sûcên ku tên îdiakirin pêk aniye.    POLÎSÊ BERSÛC: EZ BÊSÛC IM   Piştre jî polîsê bersûc Yakûp Şenocak axivî û got ku biryara girtina ji peywirê ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Dîlokê ve hatiye rakirin û wiha domand: “Ez li gorî hiqûqê tevgeriya me û ev yek hat piştrastkirin. Ev 5 sal in di vê dozê de tê nîqaşkirin bê ka bersûc kî ye û mexdûr kî ye. Heke şahidên rast bihatina guhdarkirin dê her tişt aşkera bûbûya. Ez bêsûc im. Ne ji ber kirinên polîsan lê ji ber bêsûciya xwe beraetê dixwazim.”    HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN   Dadgehê di biryara xwe de got ku heke delîlên nû yên li dosyayê bên zêdekirin nebin bila dozgerî mutalaaya xwe amade bike û li benda bersiva nivîsa bi talîmat a ji bo guhdarîkirina şahid Kerîm Saglik ji 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê re hatiye şandin bê sekinandin. Her wiha Dadgehê daxwaza tespîtkirina şahidan a li ser dîmenan û guhdarkirina wan û daxwaza girtina polîsê bersûc red kir.   Şandeyê danişîna dozê taloqî 17’ê çileya 2023’yan kir.