Danişîna Ozgur Gundemê hate taloqkirin 2022-09-15 15:23:28   STENBOL - Danişîna doza Hevgerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol û Midura Karên Nivîsê Reyhan Çapan jê tên darizandin taloq bû.    Danişîna doza Hevgerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol û Midura Karên Nivîsê Reyhan Çapan jê tên darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate dîtin. Aykol û Çapan tev li danişînê nebûn û parêzerên wan ên dosyayê jî hincet nîşan dan. Ji ber vê yekê dadgeha ku di danişîna li ser dosyayê de biryara xwe ya navberê aşkere kir, hincet qebûl kir û danişîn taloqî 15’ê mijdarê kir.