Sercerdevanê bersûc got ‘me li ser navê dewletê kuşt’ 2022-09-15 14:38:11   MÊRDÎN - Sercerdevanê bi navê Şukru Akçay ku di doza kuştina Mûsa Çelîk de tê darizandin, di danişîna dozê de got; “Me li ser navê dewletê kuşt” û gef li parêzeran xwar.     Welatiyê bi navê Mûsa Çelîk di 21’ê mijdara sala 2021’an de li Taxa Mesken a navçeya Mîdyat a Mêrdînê hate kuştin. Têkildarî bûyerê derheqê sercerdevan Şukru (Şîrîn) Akçay û birayên wî Veysî û Mahsum Akçay de doz hate vekirin. 3’yemîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Di danişînê de her sê bersûcên girtî ku ji “kuştina bizanebûn” tên darizandin jî amade bûn. Parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê, parêzerên bersûcan û malbatên her du aliyan jî tev li danişînê bûn.    DAXWAZA DAXISTINA CEZA   Piştî xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin, dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir. Di mutalaayê de dozger xwest ku sercerdevan Şukru Akçay bi sûcê “kuştina bi zanebûn” were cezakirin. Her wiha dozger got ku Akçay “karmendê cemaweriyê ye” lewma jî xwest ku cezayê wî were girantirkirin. Di heman demê de dozger diyar kir ku Akçay cînayet di bin “sorkirina nerewa” de kiriye û xwest ku cezayê wî bê daxistin. Di mutalaayê de dozger ji bo Veysî Akçay jî xwest ku bi sûcê “gefa rasterast” were cezakirin û daxwaza berdana Mahsum Akçay kir.    SERCERDEVAN: MIN LI SER NAVÊ DEWLETÊ KUŞT   Şandeya dadgehê li dijî mutalaayê mafê parastinê da sercerdevan Şukru Akçay. Akçay, di parastina xwe de wiha got: “Dewletê çima ev çek da min? Ma belasebeb da min? Ma ne ji bo kuştina terorîstan da min? Ev kes ji xwe terorîst bû. Me jî li ser navê dewletê kuşt.” Piştre jî Veysî Akçay parastin kir û ji ber ku bi tirkî nedizanî, parastina xwe bi kurdî kir. Di parastina xwe de Akçay ji bo Mûsa Çelîk ev îdia kirin: “Ev kes jixwe heval bû. Ev kes endamê rêxistinê bû.” Bersûc Mahsum Akçay jî îdia kir ku tu eleqeya wî bi bûyerê re nîne û wiha got: “Min leşkeriya xwe jî bi pereyan kir. Min tu carî çek nedaye destê xwe. Nizanim çekê bi kar bînim.”    ‘PIŞTA XWE BI HÊZA DEWLETÊ GERM KIRIN’   Parêzerên malbata Çelîk jî di parastina xwe de destnîşan kirin ku sûcdariyên li bersûcan tên kirin neguhêrin û bi qasî tê xwestin di dosyayê de delîl hene. Parêzeran her wiha bertek nîşanî parastina bersûcan dan û wiha gotin: “Di parastina wan de jî xuya dibe ku ji ber cerdevantiya xwe, pişta xwe bi hêza dewletê germ kirine. Baweriya xwe bi vê hêzê anîne û lewma ev cînayet kirine.” Parêzeran xwest ku her sê bersûc jî bi sûcê “kuştina bi zanebûn” bên cezakirin û cezayê wan neyê daxistin.    SERCERDEVAN GEF LI PARÊZERAN XWAR   Piştî parastina parêzeran, sercerdevan Şukru Akçay gef li parêzerên malbata Çelîk xwar. Di eywana danişînê de rageşî derket.   DANIŞÎN TALOQ KIRIN   Parêzerên bersûcan jî xwestin miwekîlên wan bên berdan. Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya bersûcan bidome û danişîn taloqî 29’ê îlonê kir.