NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e 2022-09-15 13:56:41   NAVENDA NÛÇEYAN – Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Serbixwe ya Navneteweyî ya NY’yê di rapora xwe ya “Rapora Sûriyeyê” de diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer e û dê pêşkeşî 51’emîn Rûniştinên Mafên Mirovan bikin.    Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Serbixwe ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di navbera 1’ê çileyê û 30’ê hezîrana 2022’yan de li Sûriyeyê xebat kirin û lêpirsînên xwe di bin navê “Rapora Sûriyeyê” amade kir. Komîsyonê, rapora xwe bi civîna çapemeniyê ragihand. Di civînê de Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paulo Pinheiro û endamên komîsyonê Hanny Magally û Lznn Welchman amade bûn.    Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paûlo Pînheîro diyar kir ku Sûriye nikare şerekî berfirehtir ragire lê dibe ku welat ber bi vê rewşê ve biçe. Bi domdarî Pînheîro ev tişt anî ziman: “Li Sûriyeyê binpêkirinên mafên mirovan û alozî zêdetir bûye. Ji bo vegerê jî divê hilbijartin bê kirin û vegereke biewle, birûmet û ji dil be.”    Di raporê de hat diyarkirin li ser axa Sûriyeyê hemû aktorên çekdar çalak in û hat gotin ku êrişên ser sivîlan û warên wan didomin, azadiya xweîfadekirinê tê astengkirin, mal û milk tên desteserkirin û ev yek jî weke sûcê şer hatin destnîşankirin.    REWŞA EFRÎNÊ Û SÛCÊN ŞER   Her wiha di raporê de qala binpêkirinên mafên mirovan ên hêzên hikûmeta Sûriyeyê û yên komên paramîlîter ên li Idlibê hate kirin. Di heman demê de êrişên ser Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî bi berfirehî hatiye nirxandin. Di raporê de hat diyarkirin ‘Artêşa Millî ya Sûriyeyê’ û hêzên girêdayî wê li Efrînê sûcên şer piştî sala 2021’an zêdetir kirine û ev tişt hatin gotin: “Sivîlên tê îdîakirin têkiliya wan bi hêzên kurd û Rêveberiya Xweser re hene, bi awayekî kêfî tên binçavkirin, îşkencekirin û hinek jê piştî ku tên binçavkirin tên windakirin. Aqûbeta hinek kesan jî nayê zanîn. Jinên ku tên destgîrkirin û girtin jî êrîşên zayendî li ser wan tê kirin.”   ARTÊŞA TIRK MILKÊ TAYBET XESP DIKE   Di raporê de hate diyarkirin li qadên di bin kontrola Tirkiyeyê de heke binpêkirinên mafan were kirin, berpirsê vî tiştî Tirkiye ye û û ev tişt hatin parvekirin: “Artêşa tirk û tugayên ‘Artêşa Millî ya Sûriyeyê’ ji bo armancên xwe yên leşkerî milkên sivîlan bi kar tînin. Wekî mînak ji sala 2020’an ve tê astengkirin ku şêniyên kurd ên gundê Davûdiyê yê herêma Serêkaniyê vegerin warên xwe, mala gelek kesên ji wan hate hilweşandin. Li gorî dîmenên ji peykê baregehên artêşa tirk û tesîsên wê hê jî hene. Artêşa tirk milkiyeta taybet desteser dike û mafê tazmînatê yê gundiyan tune dihesibîne, ev jî tê wateya ku binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî.”   ÊRIŞÊN SER KOBANÊ   Bi domdarî di raporê de qala êrişên ku Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin jî hate kirin. Di raporê de qala êrişa di 8’ê çileya 2022’yan de ya li Kobanê hate kirin û ev tişt hatin destnîşankirin: “Ev êriş bi hawanên 120 mm ên ji Tirkiyeyê hate kirin. Di vê êrişê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û zarok û jin jî di nav de 12 kes jî birîndar bûn. Ji bo ku mirov bibêje ev êriş di çarçoveya sûcê şer de ye sedemên maqûl hene. Ji ber ku di vê êrişê de kesên sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.”   Di raporê de qala êrişên ku Tirkiye bi dronên çekdar dike jî hate kirin û hate gotin di van êrişan de kesên sivîl dibin hedef.   BÛYERÊN LI KAMPA HOLÊ    Di raporê de qala bûyerên li kampên Hol û Rojê û êrişên DAIŞ’ê jî hate kirin. Di raporê de bang li dewletan hate kirin ku bila hemwelatiyên xwe yên li kampan werbigirin û bang li HSD’ê hate kirin ku ji bo pêşîlêgirtina mirinên li kampan divê ji bo lêpirsînan gavên zêdetir biavêje.   Ev rapor dê di 22’yê îlonê de li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşkêşî 51’emîn Rûniştinên Mafên Mirovan were kirin.