Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin 2022-09-15 12:40:48   ENQERE - Danişîna doza derbarê Serokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê Tezcan Karakûş Candan û 6 endamên lijneya rêveberiyê de bi hinceta ku xelat dane bernameya “Pencereya Kesk” a jin TV'yê hatiye vekirin, hat taloqkirin.   Danişîna 2’yemîn a doza derbarê Serokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê Tezcan Karakûş Candan û 6 endamên lijneya rêveberiyê de bi hinceta ku xelat dane bernameya “Pencereya Kesk” a jin TV'yê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin, li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate dîtin. Serokê Şaxa Avahîsazan Tezcan Karakûş Candan, Sekreterê Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê Nîhal Evrîgen û endamên Lijneya Rêveberiyê Muteber Osmanpaşaoglû, Unal Kara, Tûgba Arslan, Ece Yoltay û Ozgur Bayramoglû û parêzerên wan beşdarî danişînê bûn. Gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî danişînê bûn.    Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan bi evraqên li dosyaya dozê hatin zêdekirin dest pê kir. Rêveberên Şaxa Avahîsazan a Enqereyê ku di danişînê de yek bi yek mafê axaftinê girtin, diyar kirin ku di danişîna beriya niha de parastina xwe kirine û daxwaza beratên xwe dûbare kirin.    Parêzerên ku mafê axaftinê girtin jî xwestin ji Miduriyeta Polîsan a Enqereyê bê pirsîn ku ka beriya niha ji JIN TV’yê re xelat hatiye dayîn an na û derbarê wan de tu lêpirsîn hatiye vekirin an na.    Şandeya dadgehê ku daxwazên parêzeran qebûl nekir, danişîn taloqî 22’yê Mijdarê kir.