Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje 2022-09-15 12:19:40   ÊLIH - Ji karkerên kurd ên di êrişa li Kastamonuyê de bi birîndarî xelas bûyî Hamît Oran diyar kir ku êrişa li dijî wan êrişeke plankirî û nîjadperest bû û wiha got: “Rojnamegerên din bêyî ku nêrîna me bipirsin, bûyer berevajî kirin û wisa kirin nûçe. Sedema êrişê, axaftina me ya bi kurdî bû.”    Karkerên kurd ên êlihî Abdurrahman Bîgun (47) û Hamît Oran (33) li navçeya Cîde ya Kastamonuyê ku kar û barê boyaxkirina avahiyekî dikirin, di 11’ê îlonê de rastî êrişa çekdarî ya xwediyê malê Serhat Ok (33) hatin. Di encama êrişê de Abdurrahman Bîrgun bi giranî birîndar bû û jiyana xwe ji dest da.    Karker Hamît Oran ku di êrişê de bi birîndarî rizgar bûbû, têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. Oran, da zanîn ku têkildarî bûyerê îdiayên nerast tên belavkirin û diyar kir ku sedema êrişa li dijî wan, axaftina wan a bi kurdî bû.    BI ÇEKÊ ÊRIŞÎ SÊ KARKERAN KIR   Oran, got ku ev demeke li Cîdeyê di karê înşaetê de dixebitin û wiha qala bûyerê kir: “Li jêrzemîna avahî me cil û bergên xwe diguherandin. Êrişkar di wê kêliyê de di derî de sekinî û di destê wî de çeka cifteyê di destê wî de bû. Bêyî ku haya me ji tiştekî hebe gule li me reşandin. Guleyek li patika Abdurrahman ket û jiyana xwe ji dest da. Guleyek li zikê min û ya din jî li serê min ket û birîndar bûm. Li derve jî êrişî hevalê me yê ku diçû alav di anî kir. Wî karî xwe xelas bike. Tu nîqaşeke me bi vî kesî re çênebûbû. Di dawiya dawî de em karker bûn û ji bo debara xwe li wir bûn.”   BERTEK NÎŞANÎ ÎDIAYAN DA   Di berdewamê de Oran got ku hinek derdoran xwest bûyerê bikişînin cihên cuda û wiha domand: “Bi van îdiayan dixwazin bûyerê rewa bikin. Di nûçeyên xwe de îdia kirin ku me dest daye bincilên hevjîna wî û lewma êrişî me kiriye. Êrişkar bi dayik û bavê xwe re dijî û ne zewicî ye. Em giliyê van kesan bikin ku derheqê bûyerê de agahiyên xelet parve kirine. Ji bo ku xwe xelas bike û sûcê xwe veşêre, derewa ‘bincilan’ kir. Lê tu rojnamegeran nêrîna me nepirsîn û nûçeyên derew parve kirin. Êrişeke plankirî bû. Beriya êrişê tije gule kiribûn ber ciftê. Li navtenga wî ve jî demance hebû. Armanca wî kuştina me tevekan bû. Êrişeke plankirî û nîjadperest bû. Em di navbera xwe de bi kurdî diaxiviyan. Lewma êrişî me kir. Ji ber ku di navbera tu pirsgirêk nebûn. Çendek saet beriya komkujiyê me cigareyek pêça û dayê. Em bi wan re bi tirkî diaxiviyan lê di navbera xwe de bi kurdî diaxiviyan.”    ‘DERENG MUDAXALE KIRIN LEWMA MIRIN ÇÊBÛ’   Oran, destnîşan kir ku Abdurrahman Bîrgun ji ber destwerdana dereng jiyana xwe ji dest daye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bi birîndarî li ambulansê geriyam. Ji me re bajarê me, navê me û paşnavê me dipirsiyan. Di wê rewşê de jî ev pirs ji me dikirin. Rêya 20 deqeyan bû lê ambulans saetek piştre hat. Li wir heta demekî li benda cendirmeyan ma. Hevalê me yê birîndar ji ber vê destwerdana dereng jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê xemsariyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.”    MA / Fethî Balaman