Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin 2022-09-15 11:33:41   ENQERE - Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol diyar kir ku girtiyên nexweş bi feraseta “bila di hundir de bimirin” nayên berdan û wiha got: “Gelek girtiyên nexweş ên ATK qebûl dike jî demekî kin piştî tên berdan, jiyana xwe ji dest didin. Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin.”    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); li girtîgehan 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku li benda berdanê ne. Saziya Tipa Edlî (ATK) tevî ku gelek nexweşiyên girtiyan hene jî rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” dide û nahêle girtiyên nexweş bên berdan.    Tevî rewşa giran a girtiyên nexweş, her wiha tecrîda li ser girtîgehan kûrtir dibe, mafên wan ên tenduristiyê tên binpêkirin û ji gelek mafên xwe yên din jî bêpar tên hiştin. Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku ev demekî dirêje rewşa girtîgehan dişopîne, têkildarî polîtîkayên li ser girtîgehan tên meşandin bi ajansa me re axivî.    Rojnameger Huseyîn Aykol diyar kir ku ji demên desptêkê yên mirovahiyê heta niha mirov her tim hatine girtin û wiha got: “Di bingeha zîhniyeta girtîgehan de tecrîdkirina şexsî heye. Ji hêla însanî ve herî zêde dayik, bav, hevjîn an jî zarokên wan dikarin bibînin. Di demên berê de wateya girtinê ew bû ku dewlet we li cihekî bihêle û hûn nekarin ji wir derkevin bû. Ya ku ez dizanim piştî sala 1960’an li Tirkiyeyê di girtîgehan de dewletê bi xwe dest bi dayîna xwarinê kir. Beriya wê malbatan bi xwe xwarin di anî. Piştî salên 1970’an jî girtiyên siyasî li Tirkiyeyê zêde bûn. Bi Darbeya Leşkerî ya 80’an re 650 hezar kes hatin girtin. Ji bo ku têkiliya wan bi derve re nemîne jî êdî dewletê bi xwe xwarin da.”  ‘DI REJÎMÊN OTOKRATÎK DE GIRTÎGEH TÊN TIJEKIRIN’    Huseyîn Aykol diyar kir ku hejmara girtiyan di dema darbeyan, di rejîmên otokratîk û pergalên bêedalet de bêhtir zêde dibin û wiha pê de çû: “Piştî 12’ê Îlonê dewletê got; ‘Di odeyeke 40 kes tê de yên tîpa E de hûn dikarin li dijî gardiyanan li ber xwe bidin. Wê demê ez ê girtîgehên tîpa F ava bikim ku her 3 girtî di odeyekê de bimîne. Bi vê yekê re 30-40 gardiyan dê we perîşe bikin û hûn li ber xwe bidin jî bi rojan kesek dengê we nabihîse.’ Dema xwestin derbasî tîpên F bibin jî girtiyan berxwedaneke canfedayî raber kirin. Bi dehan mirin çêbûn. Ji bo derbasbûna tîpên F jî gotin ‘vegera li jiyanê.’ Bi dehan mirov kuştin. Rewşekî tecrîdê heye û ev tecrîd roj bi roj girantir dibe. Hûn li vir ji hêla tenduristiyê ve têk diçin.”   TÎPÊN S   Aykol, destnîşan kir ku tecrîda di tîpên F de îro bi tîpên S hîn bêhtir tê girankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtîgehên Tîpên F 2 qat bûn. Lê Tîpên S yek qat in û daşira wê li hundir e. Di saetekî ku ew dixwazin de hûn li cihekî bi tena serê xwe dimînin. Her ku zexta li girtîgehan zêde dibe, sepanên li dijî girtiyên nexweş jî zêde dibin. Gotina Kenan Evren a “Ma em bidarve nekin lê xwedî bikin” îro bi îdaman didome. Zîhniyeteke dewletê ya wisa heye ku dibêje ‘nexweş bûye û mirî ye.’ Nexweşiyên ji ber şertên girtîgehê derdikevin. Gelemperiya odeyan rojê nabînin, girtî nikarin sporê bikin, xwarin kêm tê dayîn, kantîn pir biha ye û şewbên cuda belav dibin. Gelemperiya kesên 30 salan di hundir de mayîn bi awayekî nexweş derdikevin.”    ‘7 DERÎ 7 QILF’   Bi domdarî Aykol bal kişand ser protokola 3’yemîn a di navbera wezaretên edalet, tenduristî û karên hundir de ji bo ewlekarî, rêveberî û sewqkirina girtiyan de hatiye îmzekirin û wiha domand: “Dema ceza li yekî hate birîn û birin girtîgehê ji vê wezareta edaletê berpirsyar e. Ji xwarin, vexwarin û mafê tenduristiyê jî wezareta edaletê berpirsyar e. Ji ewlekariya derve cendirme anku wezareta karên hundir berpirsyar e. Lê ev her du sazî ji hev hez nakin. Em ji Tîpên F re dibêjin ‘7 derî 7 qilfe.’ Heta ku hûn ji qawîşa xwe tên deriyê derve, ji 7 cihan derbas dibin û 7 gardiyanên cuda dibînin. Yek ji wan jî ji yê din bawer nake. Anku hûn ji 7 qilfe û 7 kontrolan derbas dibin. Li deriyê derve jî cendirme dibêje ‘ez ji wan 7 gardiyanan bawer nakim’ û ew bi xwe jî lêgerînê dikin. Tevî ku ji cîhazê X-ray derbas dibî jî hewl dide li ser we lêgerînê bikin. Di demên dawî de li nava dev lêgerînê dikin. Girtiyên siyasî vê qebûl nakin lewma cendirme dibêjin ‘ez nabim.’ Anku peywira xwe pêk nayîne. Dema diçe nexweşxaneyê bijîşk li dosyayê dinihêre û dibêje ‘ji terorê ye û ez muayene nakim.’ Anku hem gardiyan, hem cendirme û hem jî bijîşk peywira xwe pêk nayînin û bi dijminane nêz dibin.”    ‘EZIYETA BIRINA ATK’Ê’   Di berdewamê de Aykol bi lêv kir birina ATK’ê ya girtiyên nexweş tam veguheriye pêvajoyeke îşkenceyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybet jî dema ji bajarekê dûr dibin Stenbolê dibe îşkence. Heke dema bi rê dikevî li ser gurçika te kevir hebe, di wê rîngê de dikeve. Anku di wesayîteke wiha de diçî. Ji ATK’ê pir kêm caran rapora ‘nikare di girtîgehê bimîne’ derdikeve. Wê demê jî wezareta karên hundir îtîraz dike û nahêle were berdan. Aysel Tugluk, yek van mînakan e. Heke ATK bersiva erênî bide jî vêcarê bi hincetên ‘dikare çalakiyan bike’ û ‘ji bo ewlekariyê xetere ye’ înfaza wan tê şewitandin. Anku dibêjin; ‘bila di hundir de bimre.’ Yek ji tişta herî dilbiêş ew e ku gelemperiya girtiyên nexweş ên ATK’ê qebûl kirine, piştî tên berdan dimirin. Heta ku pir piştrast nebin ku dê girtiyek bimre, bernadin. Di mijara girtiyên nexweş de bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin. Lê ji burokratan heta bijîşk û gardiyanan, her kesên bi AKP’ê re sûc kirine dê hesaba vê bidin û bên darizandin. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê pirsgirêka girtiyên nexweş jî çareser bibe.”   MA / Bêrîvan Altan