Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin 2022-09-15 10:14:03     AMED - MKGP û DFG ji bo piştevaniya 16 rojnamevanên ku 3 meh in girtî ne dê li 5 bajaran çalakiyan li dar bixin.    Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) wê ji bo 16 rojnamevanên di 8’ê hezîranê de hatibûn binçavkirin û di 16 Hezîranê de hatin girtin ku Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî di nav de dê li 5 bajaran çalakiyan li dar bixin. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku têkildarî çalakiyan axivî, banga tev li bûna çalakiyan kir û xwest rojnamevan tenê neyên hiştin.    ‘XWESTIN ROJNAMEVAN BÊN BÊDENGKIRIN’   Muftuoglû, da zanîn ku rojnamevan 3 meh in ji azadiya xwe mehrûm hatine hiştin û got: “Tevî ku bi ser girtina wan re 3 meh derbas bûn jî derbarê wan de hêj îdianame nehatine amadekirin. Her îtîraza di vê pêvajoyê de têkildarî girtina rojnamevanan hate kirin ji aliyê dadgehê ve hate redkirin. Tabloya di vê pêvajoyê de derket holê û dîsa dîmenên ji aliyê miduriyeta polîsan ve hatin servîskirin û dorpêça mehekê zêdetirê ya li ser şîrketên produksiyonê nîşanî me da ku meseleya bingehîn bêdengkirina rojnamevanan e. Amadenekirina îdianameyê ya di vê pêvajoyê de jî nîşandana vê yekê ye.”   ‘EM Ê LI 5 BAJARAN ÇALAKIYAN LI DAR BIXIN’   Mûftûoglû diyar kir ku weke DFG û MKGP ji roja destpêkê ve ji bo berdana hevalên xwe çalakî û aktîvîteyên cuda lidar dixin û bi wesîleya meha sêyemîn a binçavkirina rojnamevanan wê li 5 bajarên cuda çalakî û aktîvîteyan lidar bixin û got: “Bi vê daxuyaniyê re em ê ji 5 bajaran bi hev re daxwaza berdana hevalên xwe bikin. Di heman demê de em ê hevgirtina xwe ya bi wan re destnîşan bikin. Em ê piştî van çalakiyan kartan û pirtûkan ji hevalên xwe re bişînin. Em jî dê bi çalakiyan bang li meqamên edlî bikin. Ji ber ku 3 meh in pêvajoya lêpirsînê ya hevalên me neqediyaye û ji bo dosyayê îdîaname nehatiye amadekirin. Ji bo vê jî em ê biqîrin ku îdîaname bi lez û bez bê amade kirin û astengiyên li pêşiya azadiya wan bên rakirin.”  ‘JI BO PARASTINA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ’   Muftuoglû, diyar kir ku wê di 16’ê îlonê de li Amed, Stenbol, Enqere, Wan û Mêrsînê li pêş şaxên PTT’ê daxuyaniyan bidin û pişt re qart, name û pirtûkan wê bişînin. Muftuoglû, bi lêv kir ku di van çalakiyan de wê rêxistinên pîşeyî yên weke DÎSK Basin-Îş û TGS’ê jî piştgiriyê bidin û wiha got: “Em bang li her kesî dikin ku vê piştgiriyê mezin bikin û di kesayeta hevalên me de ji bo azadiya çapemenî û îfadeyê ya hemû rojnamevanan bi awayekî hevpar tevbigerin.”   MA / Mujdat Can