‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin' 2022-09-15 09:07:43   ÎZMÎR - Parêzerê OHD'î Bariş Işik diyar kir ku saziyên navneteweyî berpirsiyariya xwe ya ji bo tecrîda Îmraliyê bi cih neanîne û wiha got: "Tevî hemû serlêdanan jî, hem pergalên neteweyî hem jî yên navneteweyî, xwe li ker û lalîtiyê datînin."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin. Nêzî 3 sal in parêzer û nêzî 2 sal in jî malbat nikarin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin. Hevdîtin berê bi hincetên wekî "keştî xerabeye" û "rewşa hewayê nebaş e" dihatin astengkirin, lê di salên dawî de serlêdanên tên kirin an bêbersiv tên hiştin an jî bi hinceta cezayên dîsîplînê tên redkirin.   350 SERLÊDANÊN PARÊZERAN   Di 10'ê Hezîranê de Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî di nav de 770 parêzerên 29 baroyan, ji bo hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin, kampanyeyeke îmzeyê dan destpêkirin. Hiqûqnasan îmzeyên ku berhev kiribûn di 10-17'ê Hezîranê de radestî Wezareta Dadê kirin. Lê wezaret hê jî bersiva serlêdana parêzeran nedaye. Li gel vê di 14'ê Îlonê de ji 22 welatan 350 parêzer ji bo hevdîtin bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmraliyê de, hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan.   4 MEH IN BERSIV TUNE YE   Ji îmzevanên kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat destpêkirin parêzerê OHD'i Bariş Işik diyar kir ku 4 meh derbas bûne lê hê jî Wezareta Dadê bersiv nedaye serlêdanên wan û wiha got: “Wezareta Dadê bi xwe ji mafên girtiyan berpirsyar e û vî karî dimeşîne. Lê di rewşa heyî de em dibînin ku Wezareta Dadê zêde eleqedar nabe. Ev rewş nîşan dide ku muxatab tune ye û bê kêfiyetiyek çawa heye."   CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ   Işik anî ziman ku hevdîtinên ku berê bi hincetên wekî "keştî xerabeye" û "rewşa hewayê nebaş e" dihatin astengkirin, niha bi cezayên dîsîplînê tên redkirin. Işik bi bîr xist ku li Îmraliyê ji bo "pêgermokiyê" jî cezayê dîsîplînê tê birîn û wiha got: “Bi qasî ku em têdigihin li Îmraliyê pêkanînek nû heye. Niha tê armanckirin ku heya ji destê wan bê cezayên dîsîplînê zêde bikin û vê awayî tecrîdê kûrtir bikin. Dixwazin cezayên dîsîplînê rewa bikin, çendî li dijî van cezayan bertek hene jî. Cezayên dîsîplînê rêbazeka kêfî ye."   DI 11 SALAN DE 5 HEVDÎTINÊN PARÊZERAN   Işik diyar kir ku 23 sal in li Îmraliyê polîtîkaya tecrîdê berdewam dike û wiha got: "Li ser birêz Ocalan her tim tecrîd heye. Di encama zextên raya giştî de, di sala 2021'an de bi rêya telefonê hevdîtineke gelekî kurt hat kirin. Ev hevdîtin jî kurt bû, di nîvî de hatibû qutkirin û hatibû guhdarkirin. Armanca vê yekê, qutkirina pêwendiya Ocalan a bi civakê re ye. Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de bal kişandiye ser aştî û çareseriyê. Neçareseriya li Îmraliyê, astengkirina aştiyê ye. Ocalan di 11 salên dawiyê de tenê 5 caran hevdîtin bi parêzerên xwe re kiriye. Di peymanên neteweyî û navneteweyî de mafê girtiyan heye ku timî bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Pêşîlêgirtina vê bêhiqûqî ye."   Işik destnîşan kirin ku saziyên navneteweyî di tecrîda li ser Abdullah Ocalan de berpirsyariya xwe bi cih neanîne û got ku niha di pîvanên hiqûqî yên neteweyî hem jî yên navneteweyî de tecrîdek heye û ev îşkence bi xwe ye. Işik wiha domand: “Dema em li peymanên sazî û dezgehên navneteweyî dinêrin, eşkere ye ku tiştên tên kirin li dijî hiqûqê ne, binpêkirina mafan e. Hem pergalên neteweyî hem jî yên navneteweyî çalakiyên gel, çalakiyên rêxistinên civaka sivîl, baro û parêzeran ji nedîtî ve tên. Li hemberî hemû serlêdan û çalakiyan xwe li ker û lalîtiyê datînin.   PIRSGIRÊK ZÊDE BÛN   Işik bandorên erênî yên hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re yên di pêvajoya bi navê “çareseriyê” de hatin kirin bi bîr xist û wiha got: “Di pêvajoya çareseriyê de bi awayekî qismî be jî, pêşî li bêhiqûqiyê hat girtin. Mirov hem di aliyê aborî hem jî di aliyê manewî de aramiyê dîtin. Wê demê budçeya şer kêm bû. Xwebaweriya mirovan zêde bû. Lê piştî pêvajoya çareseriyê bêhiqûqî zêde bûn. Ev bêhiqûqîtî sîrateyî tevahiya civakê kirin. Zêdebûna cinayetên jinan, sînordarkirina azadiya fikr û ramanê, qedexekirina konseran... gelek pirsgirêk rû dan."    'JI DESTÊ KÊ ÇI TÊ DEMILDEST DIVÊ BIKE'   Işik di dawiya axaftina xwe de wiha go: “Rewşa birêz Ocalan, rewşeke taybet e. Çêkirina girtîgeheke taybet, ev qasî îzolekirina ji civakê, sirayetî tevhiya civakê dike. Ji bo pêşî li vê bêhiqûqîtiyê bê girtin, beriya her tiştî divê saziyên pêwendîdar, saziyên neteweyî û navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan, parêzer, baro serlêdan û çalakiyên di vî warî zêde bikin. Demildest ji destê kê çi tê divê bike."   MA / Delal Akyuz