Ciwanê kurd ê li qişleya eskeran êrişî wî kiribûn sûcdar hat hesibandin! 2022-09-15 09:01:41   MÊRDÎN - Çetîn Dogan, li eskeriyê ji ber ku perwerdehiya bi kurdî parastibû bi êrişeke nijadperest re rû bi rû mabû. Der barê Dogan de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz hat vekirin û cezayê eskerên êrişkar jî hat kêmkirin.    Çetîn Dogan ê li Fermandariya Tûgaya Piyade ya Mekanîze ya 54'an a li navçeya Suloglû ya Edîrneyê eskerî dikir, ji ber ku perwerdehiya bi kurdî parastibû di 15'ê Tebaxa 2021'ê de komeke eskeran êrişî wî kiribûn. Eskeran bi qontaxa AK-47 (keleşkof) li Dogan xistibûn û pozê Dogan û eniya wî şikandibûn. Her wiha parxanên wî jî derizîbûn û lingên wî reş bûbûn. Dogan, 3 rojan li nexweşxaneyê hatibû dermankirin û di rapora nexweşxaneyê de hatibû destnîşankirin ku birînên wî ne birînine sivik in. Piştî ku Dogan gilî kiribû ji êrişkaran der barê Ûgûr Can de bi sûcê "birîndarkirian qesdî" lêpirsîn hatibû destpêkirin.    Her wiha der barê Dogan de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" lêpirsîn hatibû destpêkirin. Ji bo vê jî beyanên eskerê êrişkar û eskerekî din esas hatibûn girtin ku her duyan gotibû "Ji sedî 90'ê eskeran PKK'yî ne, Dogan jî sempatîzanê PKK'ê ye."    Îdianameyên der barê her du lêpirsînan de hatin amadekirin û ji aliyê dadgehan ve hatin qebûlkirin. Dadgeha Cezayê Asliye ya 3'yan a Edîrneyê der barê Yaman de biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi sûcê "birîndarkirina qesdî" 5 sal ceza li Yaman birî, lê paşê "ji ber tejrîkirina neheq" cezayê wî kêm kir, kir sal û 3 meh. Her wiha dadgehê qîma xw ebi vê jî neanî û "bandora ceza ya li pêşeroja bersûc" jî esas girt û 2 meh û nîvên din jî ji cezayê wî kêm kir û ceza taloq kir.   Doza bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" ya der barê Dogan de hê jî li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Edîrneyê didome.    MA / Ahmet Kanbal