Nobeta Edaletê: Heta tecrîd ranebe demokrasî pêk nayê 2022-09-14 16:29:19   ÎZMÎR - Xizmên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin ên Îzmîrê di Nobeta Edaletê ya îro de diyar kirin ku heta tecrîda li ser Girtîgeha Îmraliyê bi dawî nebe dê demokrasî pêk neyê.    Bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, malbatên girtiyan li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 112’an de li pêşiya Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bucayê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn û gelek caran dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû û rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Çîglî û Balçovayê, rêxistina bajar a Aydinê û navçeya Germencîkê jî piştgirî dan malbatan.    Ji xizmên girtiyan Fehîme Poyraz da zanîn ku rewşa girtiya nexweş Aysel Tugluk xerabe û xwest ku hemû girtiyên nexweş bên berdan.    PÎROGLÛ: BERPIRSYAR DESTHILATDARÎ YE   Piştre jî parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû axivî û wiha got: “Bi sedan girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Li girtîgehan cînayetên organîzekirî tên kirin. Bi zanebûn girtiyan terkî mirinê dikin. ATK, rêveberiyên girtîgehan, wezareta edaletê û desthilatdarî berpirsyarên van cînayetan in. Em jî bi bêdengiya xwe dibin şirîkên van cînayetan. Divê êdî hemû kes dengê xwe derxîne. Li Girtîgeha Kiriklarê 8 girtiyên nexweş dest bi greva birçîbûnê kirine. Daxwaza wan jî ew e ku rêveberiya girtîgehê li gorî qanûnan tevbigere. Li welatekî rojnameger û girtiyên nexweş di girtîgehê de, azadî û demokrasî nabe. Heta ku Îmrali di tecrîdê de be, dê tu carî demokrasî neyê vî welatî. Banga me ji bo hemû hêzên ked û demokrasiyê ew e ku têkoşîneke hevpar bimeşînin. Cihê ku ev têkoşîne lê dest pê dike jî têkoşîna girtiyên nexweş e.”    NOBETA LI DENÎZLIYÊ DIDOME   Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê nexweş Ekîm Polat (24) ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, kete roja 45’an. Dayika Polat, Songul Îlker ji bo daxwazên kurê wê bên qebûlkirin, li pêşiya girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kiribû û çalakiya wê kete roja 37’an. Dayika Polat da zanîn ku doza kurê wê li Edliyeya Denîzliyê hebû lê neanîne û rewş wî her ku diçe xerabtir dibe.