Li Erxevanê elewî civîyan: HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye 2022-09-14 15:38:54   MELETÎ - Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul ê li navçeya Erxevan a Meletiyê bi nûnerên saziyên elewiyan re civiya, diyar kir ku HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye û got: “Gelên ku HDP’ê pêk tînin xwediyên Tirkiyeyê ne.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Meletiyê di çarçoveya kampanyaya “Mafê Hemwelatîbûna Wekhev a Elewiyan” de hevdîtinên bi nunerên saziyên elewiyan re di roja duyemîn de li navçeya Erxevanê bi civîna gel berdewam kir. Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, Hevberdevka Maseya Elewiyan a HDP’ê Songul Tûnçdemîr, endama PM'ê ya HDP'ê Yasemîn Demîrkaya, nûnerên gelek saziyên elewiyan tevlî civîna ku li Malacemê ya li Erxevanê hate lidarxistin bûn.    ‘EM Ê XWEDÎ LI NASNAMEYÊN XWE DERKEVIN’   Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul ê di civînê de axivî, diyar kir ku Erxevan bajarê çandinî û sewalkariyê ye li herêmê çandinî û sewalkarî hatiye qedandin. Bulbul, got ku “AKP çi bike bila bike sextekar û derewîn e” û wiha berdewam kir: “Ev rewşeke zelal e. Li dijî vê gelê Arguvanê divê helwesteke zelal nîşan bide. Ev helwest xwedî derketina nasname, bawerî û hunerê ye.”   ‘ERXEVAN DESTANEKE’   Bulbul, bi lêv kir ku HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye û got: “Gelên ku HDP’ê pêk tînin xwediyên Tirkiyeyê ne. Enerjî, bawerî, wêrektî û berxwedan li cem me ye. Mîrateya Denîz, Mahîr, Mazlûm, Kemal Pîr û Sakîne Cansizan li cem me ye lê hêj “em bi xwe nebawer in”. Sedem çiye? Çavên xwe vekin û rabin ser piyan. Îro tam demê vê ye. Tişta ku em li her derê bikin ev e. Erxevan ne tenê navçeyeke, destane ke. Erxevan wê desthilata AKP’ê û MHP’ê bi dawî bike û destaneke nû binivîse.”   Hevberdevka Maseya Elewiyan a HDP’ê Songul Tûnçdemîr jî wiha got: “Em di pêvajoyeke zor de derbas dibin. Desthilat ji bo ku temenê xwe dirêj bikin her roj zextên xwe zêde dikin. Em weke HDP her tim li cem bindestan e. Heta ku herkesên li vî welatÎ dijîn bi rengên xwe bijîn em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   HEVDÎTIN WÊ BERDEWAM BIKIN    Hevdîtin bi pêşniyarên nûnerên saziyên elewiyan û rûsipiyên wan berdewam kir. Di dawiya hevdîtinê de bi serenavê “Mafê Hemwelatîbûna Wekhev ê Elewiyan” pirtûkek hate belavkirin. Hevdîtinên îro wê bi civînên li navçeya Hekîmxanê wê berdewam bikin. Kampanyaya li Meletiyê tê berdewam kirin wê roja înê li gundê Zarato yê navçeya Şîroyê bi civîna gel bi dawî bibe.