Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da 2022-09-14 15:28:36   STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serlêdana 350 parêzeran a bi daxwaza hevdîtinê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, daxuyanî da û spasiya parêzeran kir.    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike, derheqê serlêdana 350 parêzerên ji 22 welatên cuda ya ji bo hevdîtina bi Ocalan re daxuyanî da.    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hesaba xwe ya twîtterê lîsteya navên parêzeran parve kir û û wiha got: “Ev zêdetirî 17 meh in tu agahî ji miwekîlên me Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, agahî nayên girtin. Ji hemû welatên Ewropayê heta Avustralyayê, ji Efrîqeya Başûr heta Koreyê, ji Hindistanê heta Amerîkayê, ji Brezîlyayê heta Japonyayê bi giştî 350 parêzer û saziyên hiqûqê serî li Wezareta Edaletê dan û xwestin bi miwekîlên me birêz Abdullah Ocalan, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş ku zêdetirî 17 meh in em tu agahiyan jê nagirin hevdîtinê bikin. Diyar kirin ku rewşa tecrîdê ya heyî û destwerdana li mafê parastinê li dijî hiqûqê ye û piştevaniya xwe ya bi me re nîşan dan. Em spasiya hemû hempîşeyên xwe û saziyan dikin.”