Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Orûç hate binçavkirin 2022-09-14 14:08:37   STENBOL - Endamê Partiya Şoreşger a Yekgirtî Eser Tuz û Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Mazlûm Orûç hatin binçavkirin.    Di operasyona serê sibê ya polîsan a li Stenbolê de Endamê Partiya Şoreşger a Yekgirtî Eser Tuz û Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Mazlûm Orûç hatin binçavkirin.Tuz di serdagirtina malê de, Orûç jî serê sibê dema ku ji malê derket û diçû kar, di rê de hate girtin. Hat destnîşankirin ku di mala Tuz de posterê Îbrahîm Kaypakkaya û pirtûkên der barê Kaypakkaya de hatine nivîsîn ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin. Sedema binçavkirina Tuz û Oruç nehat zanîn û her du jî birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.     Partiya Şoreşger têkildarî binçavkirina endamê xwe li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal peyamek parve kir û wiha got: “Bila derbasî qeydan bibe. Em ê pergala we ya mêtingeriyê jî, desthilata we ya qesrê jî serûbin bikin.”