SPT li Tirkiyeyê ye: Biçin çavkaniya tecrîd û îşkenceyê Îmraliyê 2022-09-14 09:00:15   ENQERE - Binkomîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya NY'yê hevdîtin bi endamên Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê re kiribû. Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz ku ew jî di wê hevdîtinê de bû, got: "Çavkaniya îşkence û tecrîdê û mirina sivîl Îmralî ye. Lewma SPT divê Îmraliyê vekole."    Binkomîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (SPT) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di 2015'an de serdana Tirkiyeyê kiribû. Têkildarî bicihanîna an jî nebicihanîna nesîhetên li Tirkiyeyê kiriye û binpêkirinên mafên jiyanê bi rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan û baroyan re hevdîtinan dike. Tê payin ku şandeya ji Seroka Delegasyonê Suzanne Jabbour (Lubnan), Catherine Paulet (Fransa), Daniel Fink (Swêd) û Juan Pablo Vegas (Perû) pêk tê, serdanên xwe di 15'ê îlonê de temam bike.    Şandeyê di çarçoveya serdanên xwe de, di 6'ê îlonê de bi endamên Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê re jî rûniştibû. Endamê komîsyonê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz, hûrguliyên serdana STP'ê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin.    LI SER KÎJAN MIJARAN HAT SEKINANDIN?   Kaçmaz da zanîn ku serokê komîsyonê yê AKP'î di serdanê de hin agahî parve kirine û wiha got: "Der barê çalakî, lêkolîn û tiştên ku tên xwestin bên kirin de hin agahî ragihandin. Desthilatê îşkenceya sîstematîk înkar kir. Çendî hin pirsgirêkên takekesî û binpêkirinên mafan hatibin qebûlkirin jî, lê gotin li Tirkiyeyê îşkenceya sîstematîk tune ye.”    Kaçmaz bilêv kir ku ew li ber ragihandinên serokê AKP'î rabûne û got ku wî jî têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, guherandina qanûna înfazê, şewitandina înfazan û tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê agahî ragihandien şandeyê.   DI MIJARA TECRÎDÊ DE XWE LI BÊDENGIYÊ DANÎNE   Bi domdarî Kaçmaz anî ziman ku komîte li ser pirsa tecrîda li Îmraliyê bêdeng maye û wiha pê de çû: "'Hûn ê biçin Girtîgeha Îmraliyê ku çavkaniya sereke ya van binpêkirinên mafan e?' Gava min ev pirs ji wan kir, bêdeng man. Ne erênî ne jî neyînî bersiv nedan. Min anî ziman ku ger lêkolînek ji bo pêşîlêgirtina li îşkence û binpêkirina mafan bê kirin, divê tecrîda Îmraliyê li cihê cih bê tespîtkirin."    'BERPIRS SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ NE'   Kaçmaz destnîşan kir ku berpirsê tecrîdê hikûmeta AKP-MHP'ê û saziyên navneteweyî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye, alîgirekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û di nava sînorên karbidestiya Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî de ye. Lê li Îmraliyê îzolasyona sosyal tê pêkanîn. Mafê hevdîtina bi parêzeran, malbatê re û mafê hevdîtina bi telefonê tune ye. Ev bi serê xwe îşkence ye. Lewre bi tu awayî pêwendiya bi derve re tune ye û ya rast ev îzolasyona sosyal awayekî îşkenceyê ye. Êdî wekî îşkenceyê pênasekirina wê jî kêm dibîne. Ev mirineke civakî ye. Qutkirina pêwendiya bi derve re ne di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de heye ne jî di peymanên navneteweyî de heye. Li gor destûra bingehîn her kes wek hev e, li gor qanûna înfazê mafê hikûmxwaran heye. Mafê wan e ku hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bikin û hevdîtina bi telefonê mafê wan e. Polîtîkayên dijminatiya li hemberî kurdan ên AKP-MHP'ê hiqûqa navxweyî jî binpê kirine."   'BÊDENGÎ PIRSGIRÊKAN ZÊDE DIKE'   Huseyîn Kaçmaz da zanîn ku bêdengiya li hemberî tecrîdê pirsgirêkan girantir dike û wiha derbirî: "Sedema sereke ya paşveçûna di warê mafên mirovan û azadiya ramanê de tecrîda li Îmraliyê bi xwe ye. Dema ku hiqûq bê binpêkirin, ev sîrayetî tevahiya civakê dike. Hemû kesên di qada mafên mirovan û azadiyê de têdikoşin di nava vê tecrîdê de tên asêkirin. Lewma divê li dijî vê tecrîdê têkoşîneke siyasî, exlaqî û etîk bê dayîn. Sîstemeke tecrîd û îşkenceyê tê pêkanîn ku tiliya saziyên navneteweyî jî tê de ye."   BANG LI SPT'Ê KIR: BIÇIN ÎMRALIYÊ   Kaçmaz bang li heyeta SPT'ê kir ku biçe serdana Îmraliyê bike û axaftina xwe wiha qedand: "Ger SPT, dê wekî şandeyeke ku di peymanê de hatiye diyarkirin tevbigere, divê Îmraliyê jî vekola bike ku çavkaniya sereke ya îşkence, tecrîdê û mirina sivîl e. Ji bo pêşîlêgirtina tecrîd û îşkenceyê STP divê lêkolînê bike û rapora ku amade bike bi raya giştî re parve bike. Divê tecrîd bi dawî bibe."   MA / Berîvan Altan