ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-14 09:00:09   * Binkomîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya NY'yê hevdîtin bi endamên Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê re kiribû. Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz ku ew jî di wê hevdîtinê de bû, got: "Çavkaniya îşkence, tecrîd û mirina sivîl Îmralî ye. Lewma SPT divê Îmraliyê vekole."    * Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdûllah Gungen, ji bo meşa ber bi Çiyayê Cûdiyê ya li dijî talankirina xwezayê bang kir û wiha got: "Ji bo xwezaya me nebe çol, divê em li dijî vê talanê rabin."    * Jinên Behra Reş ên ku piştgiriyê didin Meşa Cûdiyê ku dê di 17’ê Îlonê de li dijî talankirina xwezayê bê lidarxistin, îşaret bi têkoşîneke topyekûn kirin.    * Jinên HDP'yî ku ji bo meşa ber bi Çiyayê Cûdiyê ve bang kirin diyar kirin ku nêzîkatiya feraseta baviksalariyê ya li hemberî jinê û xwezayê heman nêzîkatî ye û gotin: "Berî her kesî divê jin pêşî li ber vê bigirin."   * Berdevka YPJ'ê Ruksen Mihemed der barê pêngava Kampa Holê de anî ziman ku dê heya dawî li hemberî DAIŞ'ê re şer bikin. Mihemed bal kişand ser têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê jî û wiha got: "Ji bo em dawî li terora DAIŞ'ê bînin û koka wê biqelihînin, divê hesab ji dewleta tirk bê pirsîn."   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 555’emîn de berdewam dike.    * Çalakiya rûniştinê ku Songul Îlker ji bo mafê tedawiyê yê kurê xwe girtiyê nexweş Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, li ber girtîgehê daye destpêkirin berdewam dike. (09.00-16.00)   *Danişîna doza derbarê edîtora ETHA’yê Semîha Şahîn û nûçegihana wê Pinar Gayip de hatiye vekirin wê li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatin şewitandin li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin didome. (11.00) ZINDÎ   * Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay wê bi şandeya pê re, li Dêrsimê bi gel re bicive. (11.00-19.00)   * Komîsyonên HDK’ê û HDP’ê yên ekolojiye û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê wê têkildarî meşa Cûdî li Stenbol û Amedê daxuyaniyê bidin. (12.00-12.30) ZINDÎ   * Şaxa OHD’a Mêrsînê, rapora têkildarî binpêkirinên mafên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê diqewimin wê li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide. (12.30)   * Rêxistina HDP’a Stenbolê bi daxwaza “Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê” wê li pêş Dibistana Navîn a Pîrîreîs a Beyoglûyê û Dibistana Sereteyî ya Mevlana ya Sûltanbeyliyê daxuyaniyê bide. (13.00)