Belavkirina stranên kurdî sûc hat hesibandin! 2022-09-13 19:50:13   STENBOL - Salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Yûsûf Guneş hat birîn, ji ber ku li ser medyaya sanal strana kurdî belav kiribû.   Di danişîna yekê ya doza Yûsûf Guneş de, dadgehê sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Guneş birî, ji ber ku li ser hesabê xwe yê medyaya sanal belav kiribû.    Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê der barê Guneş de yê di sala 2021’î de li ser hesabê medyaya sanal parvekirin kiribû, lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Guneş di 4’ê Nîsana 2022’yan de li Stenbolê hat binçavkirin. Li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li ser Rêya Vatanê îfadeya Guneş hat girtin û piştre ji bo îfade bide Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê, ew birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.    Guneş ku bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfade da, sûcên lê hatin barkirin, red kir. Di 15’ê Nîsanê de der barê Guneş de bi îdiyaya “propagandaya rêxistinê kiriye” îdianameyek hat amadekirin û ji Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Xarpêtê re hat şandin.    Dadgehê diyar kir ku Guneş li Stenbolê dijî û ji dosyayê re biryara nerayedartiyê da. Piştî biryarê, îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 32’yan a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Îro ji ber ku parêzerê Guneş nîn e, bi tena xwe tev li danişînê bû.   Guneş diyar kir ku wî ew stran belav kirine û ew kirmanc e lê bi kurmancî nizane û ji ber vê wateya gotinên di stranê de nizane û di dîmenan de stran negotine.    Piştî ku Guneş axaftina xwe bi dawî kir, pirsa dadgehê ya “Tu sempatîzanê PKK’ê yî” bal kişand. Dozger îşaret bi parvekirinên Guneş ên li ser medyaya sanal kir û îdia kir ku Guneş di dîmenên belav kirine de “propagandaya rêxistinê” kiriye.    Dozger gotinên stranan jî anîn ziman û diyar kir ku Guneş di stranên di 21’ê Hezîranê, 14’ê Îlonê û 27’ê Mijdara 2021’an de belav kirine de, gotinên “Hatin ref bi ref hatin, rêwiyên Zagrosê hatin” û “Hevrêyê Zana û Andok, neviyên Şêx Saîd” tê de cih digirin û li gel vê yekê jî di strana “Apo Apo Apê me” de hatiye gotin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rêberê gelê kurd e, û ev stran di wateya pesindariyê de ne. Ji ber vê yekê xwest cezayê girtîgehê li Guneş bê birîn.   SAL Û 6 MEH Û 22 ROJ CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ    Guneş li ber pêşniyara cezayê girtîgehê rabû. Dadgehê sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê da Guneş. Dadgehê da zanîn ku der barê Guneş de tu lêpirsîn nîn e û biryar da ku cezayê hatiye dayin bê taloqkirin.