Bijîşk ji girtiyê nexweş re ne nexweşî ‘sûcê’ wî pirsî! 2022-09-13 17:38:16   DENÎZLÎ - Girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê 44 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye ji bo emare bikişîne birin nexweşxaneyê. Bijîşk ê nexweşiya girtiyê nexweş nepirsî, pirsa ji kîjan “sûcî” girtiye kir.    Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, ji bo bê dermankirin daye destpêkirin di roja 44’emîn de berdewam dike. Çalakiya rûniştinê ya Dayik Songul Îlker jî ji bo mafê tenduristiyê yê kurê wê û daxwazên wî bên pêşwazîkirin li pêş Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê daye destpêkirin jî di roja 36’an de berdewam dike.   Îlker a îro bi kurê xwe re hevdîtina girtî pêk anî, diyar kir ku kurê wê nexweşê akromegalî ye û rewşa wî cidî ye. Îlker diyar kir ku hefteya borî emara mejî ya kurê wê hatiye kişandin û wiha got: “Nahêlin em bigihin encamê. Bijîşk gotiye ‘tumoreke biçûk heye’. Ji xwe ew tişta biçûk jiyana zarok ser û bin dike. Bandorê li hemû organan dike. Ji ber vê yekê pirsgirêka dîtinê jî çêdibe. Îro xerabtir bû. Çavên wî çûne, rûyê wî biçûk bûye, bi zorê li ser piyan disekine. Ji ber nexweşiya Akromegalî bejna wî di 2 mehan de 5 santîm dirêj bûne. Rewşa wî nebaş e.”   DERMANKIRIN TÊ ASTENGKIRIN   Îlker, bi lêv kir ku ji bo tedawiyê asteng bikin encam hatine veşartin û wiha axivî: “Ji bo ku ameliyat bibe divê em van encaman bizanin. Dema emeliyat bû û tumora di serî wî de hate wergirtin wê bikarin tedawiya wî berdewam bikin. Lê ev asteng dikin. Divê ji ber xwînê çûbûya nexweşxaneyê lê ji ber xwe gelek nebaş hîs kiriye nikariye biçe. Vê hefteyê jî nebirine nexweşxaneyê. Divê xwîna bê girtin hin tetkik bên kirin û li nexweşxaneyê razê. Lê îro musade nakin. Niha jî divê ne li girtîgehê li nexweşxaneyê razayî be. Çima encamên wî vedişêrin û nahêlin emeliyat bibe? Dema encam derketin holê wê mayîna wî ya li hundir diyar bibe. Hêj îşkence li zarok tê kirin û li hundir tê ragirtin.”   BIJÎŞK PIRSA JI KÎJAN SÛCÎ GIRTIYE KIR   Dayik Îlker da zanîn ku dema ji bo encamên emare (MR) bigire çûye Nexweşxaneya Dewleta ya Denîzliyê lê encam nedane wê û wiha berdewam kir: “Bijîşkek ji kesekî ku divê tedawiya bike re pirsa ‘tu ji kîjan sûcî girtî yî’ dipirse? Ji ber ku Girtîgeha Dewletê ya Denîzliyê girêdayî Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dixebite em vê rewşê dijîn. Herkesê insanetiya xwe danî aliyekê Ji ber kes Ekîm nabîne û nabihîse kete vî halî. Sedemê vê kesên ku bêdeng dimîninin. Ji ber ku min nekarî dengê xwe ji kesê re ragihînim, min dest bi nobetê kir. Min di nava mehek û nîvê de kir ku MR bê kişandin.”