Projeya avahiyên komelî ya Erdogan: Girtîgeha Tîpa Sûrê! 2022-09-13 17:07:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, bi dîmenên avahiyên bi mîmariya girtîgehê li taxên Sûrê yên hatin hilweşandin hatin avakirin, projeya avahiyên komelî ya nû da nasîn.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, di merasîma danasîna projeya avahiyên komelî ya li Navenda Çand û Kongreyê ya Milet a Beştepeyê de axivî. Erdogan têkildarî naveroka projeye li ser hesabên xwe yên twîtterê parvekirin kirin. Erdogan di parvekirina xwe ya têkildarî projeya ku weke “Pêngava avahiyên komelî ya herî mezin a diroka komarê” penase dike de dîmenên malên li navçeya Sûra Amedê ya hatin hilweşandin nû hatin avakirin bikaranîn. Malên ku qala wan tê kirin ji ber bi mîmariya girtîgehê hatibûn çêkirin, li bajêr bertek nîşanî wan hatibû dayîn.