Tirkiyeyê kolberek qetil kir 2022-09-13 16:45:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerên dewleta tirk li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kir.   Leşkerên dewleta tirk gule berdan kolberekî ku ji Rojhilata Kurdistanê hewl da derbasî Herêma Kurdistana Federe bibe. Esker Derwîşzade yê 31 salî û bavê 3 zarokan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.