YNK: Ji bo namzetiya serokkomariyê me û PDK’ê hêj li hev nekiriye 2022-09-13 16:26:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsyarê Ragihandinê yê YNK’ê Xayas Surçî da zanîn ku di mijara namzetê serokkomariyê ya Iraqê de wan û PDK’ê hêj li hev nekirine.    Ji hilbijartinên pêşwext ên 10’ê cotmeha 2021’an ên li Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê heta niha serokkomar û serokwezîrê Iraqê nehatine hilbijartin. PDK û YNK’ê di mijara namzetiya serokkomariyê de hêj li hev nekirine.    Têkildarî mijarê Berpirsyarê Ragihandinê yê YNK’ê Xayas Surçî axivî û bersiv da îdiayên “PDK û YNK’ê di mijara namzetiya serokkomariyê de li hev kir.” Surçî, têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî û ev agahî dan: “Ji bo axaftina pirsgirêkên di navbera YNK û PDK’ê de û mijarên din, lijneyek hate avakirin. Xebatên vê lijneyê berdewam in. Ji bo namzetê serokkomartiya Iraqê heta niha jî lihevkirinek çênebûye. Hevdîtinên di vê mijarê de hêj didomin. Lê belê lihevkirinek çênebûye.”