Greva birçîbûnê ya Kiriklarê ket roja 17’an: Bêhiqûqî tê rewawkirin 2022-09-13 14:52:32   ÎZMÎR - Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş ên giran dabû destpêkirin di roja 17’emîn de berdewam dike. Parêzer Şukran Ozturk anî ziman ku li Girtigeha Kiriklarê bêhiqûqî tê rewakirin.    Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtîyên nexweş ên giran û nivîskar Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz di 28’ê tebaxê de dabû destpêkirin, didome. Di 5’ê îlonê de girtiyên bi navên Îbrahîm Tîkan, Behram Sagdîkî û Mehmet Farûk Ayaz jî tev li çalakiyê bûn.   Girtî ji ber ku girtiyên siyasî di odeyekê de û 3 girtiyên nexweş jî li odeyeke din tên ragirtin, dîwarên hewadariyê bi têlan hatine rapêçandin û qedexeyên spor û çalakiyên civakî dest bi grevê kiribûn. Çalakvan dixwazin ku ev sepan bi dawî bibin.     SIHBET TÊ QEDEXEKIRIN   Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê Şukran Ozturk bi miwekîlê xwe nivîskar Zekî Bayhan re hevdîtin kir.    Şukran Ozturk anî ziman ku daxwazên girtiyan daxwazên însanî ne û wiha got: "Ev daxwaz, li gorî mewzûatê ne. Bi dûrxistina girtiyan a ji hev re tecrîdê kûr dikin. Li girtîgehê mafê çalakiyên civakî û sihbet tên qedexekirin. Heta niha girtî derdiketin cihê sihbetê lê dixwazin vê rewşê ji holê rakin."   HEMAN ODE, QORÎDORÊN CUDA   Bi domdarî Ozturk ev tişt anî ziman: "Li gorî mewzûatê girtiyên ji heman dozê tên darizandin divê di heman odeyê de bin. Lê girtîgeh vê yekê tenê weke ode digire dest. Odeyên wan heman ode ne lê korîdorên wan cuda ne. Odeyên ji hev dûr tên girtin û ji bo provakasyonê bingehê amade dikin. Dikarin ji odeyên din şûşeyan bavêjin an jî talûkeyên cudatir dikarin pêk werin. Bi vî awayî dema ku em ji rêveberiya girtîgehê re dibêjin ku girtî ne di ewlehiyê de ne, ew ji me re dibêjin ku ‘me serê odeyan bi têlan girtî ye.’ Bi vî awayî rewşa heyî rewa dikin. Bêhiqûqiyê rewa dikin. Tu têkiliya van tiştan bi hiqûq û mevzûatê re nîne."