Doza Emîne Şenyaşar hat taloqkirin 2022-09-13 14:47:02   RIHA - Dadger ji Emine Şenyaşar a bi îdiaya “heqaret” li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’yî kiriye tê darizandin, pirsa “kê zarokên te kuştiye” kir.    Bi îdiaya ku Emîne Şenyaşar, “heqaret” li Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye tê darizandin. Xizm û parêzvanên Yildiz du law û hevjînê Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Şenyar ji ber axaftina xwe ya di roja 157’emîn a çalakiya Nobeda Edaletê kiribû de di danişîna ewil a dozê de derket pêşberî dadger. Danişîn li Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê pêk hat. Şenyaşar, nûnerên rêxistinên jinan, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li danişînê bûn. Bi dehan parêzer di danişînê de amade bûn.    Beriya danişîn dest pê bike, serokê dadgehê got dosyeyek “heqaretê” ye û divê kes dernekeve derveyî dosyeyê. Li ser vê yekê parêzeran îtîrazî daxwaza dadger kirin. Danişînê bi xwendina nasnameyê dest pê kir. Katib ji Şenyaşar pirsa “çend zarokên te hene” kir. Şenyaşar jî got: “Zarokên min kuştin, yekî jî dan girtin.” Piştre “sûcarî” bi rêya wergêr ji Şenyaşar re hat ragihandin. Şenyaşar diyar kir ku ew bi dermanan li ser pêya ye û wiha got: “7 zarokên min hebûn, xwestin hemûyan bikujin. Li nexweşxaneyê hevjînê min û du lawên min kuştin. Zarokên min li ber çavên min hatin kuştin. Li nexweşxaneyê mirov nayên qetilkirin. Ez heqê xwe helal nakim. Kê zarokên min kuşt? Ev dewletek çawa ye, ev hikûmetek çawa ye?”   Ji parêzerên dozê Ayşe Şehrîban Demîrel axivî û diyar kir ku ew wergêrê bêalî dixwazin.    NE SÛC E   Serokê ÎHD’a Rihayê Mustafa Vefa jî destnîşan kir ku gotinên Emîne Şenyaşar nabin “heqaret” û ew ê parastina hûrgilî paşê bikin.    TALOQÎ SALVEGERA NOBEDÊ HAT KIRIN   Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û danişînek din taloqî salvegera despêkirina Nobeda Edaletê 9’ê adara 2023’yan kir.    TUNDIYA DARAZÊ   Piştî danişînê parêzerên malbatê û beşdaran li ber edliyeyê daxuyanî dan. Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel axivî û destnîşan kir ku tundiya darazê bi van dozan li ser malbarê berdewam dike.