Li nexweşxaneyê 35 rojan bikelemçekirî ma û ÎHÎK’ê salek piştre got; ‘binpêkirin tune ye’ 2022-09-13 12:39:29   ENQERE - Girtiyê bi navê Veysel Atasoy ku li Girtîgeha Tavşanliyê dihat ragirtin, salek berê bi Kovîd-19’ê ketibû û 35 rojan li nexweşxaneyê bikelemçe hat tedawîkirin. ÎHÎK’ê salek piştre derheqê mirina Atasoy de bersiv da û got; “Di mirina Atasoy de binpêkirin tune ye.”    Girtiyên nexweş an li girtîgehan an jî demekî kin piştî berdanê jiyana xwe ji dest didin. Girtiyên ku ji mafên xwe yên tedawiyê bêpar tên hiştin, li nexweşxaneyan jî tedawiya bikelemçe lê tê ferzkirin. Yek ji girtiyên ku dema kelemçekirî jiyana xwe ji dest dayî jî Veysel Atasoy e ku bi KHK’ê hatibû îxrackirin. Atasoy, 35 rojan li Nexweşxaneya Dewletê ya Tavşanliyê û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Evliya Çelebî ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya Kutahyayê mabû û jiyana xwe ji dest dabû.    Atasoy di van 35 rojan de bi kelemçekirî dihat tedawîkirin û malbata Atasoy têkildarî mijarê serlêdana sûc kiribû. Lê belê rayedarên dewletê nehiştin derheqê karmendên cemaweriyê de lêpirsîn were destpêkirin û serlêdana malbatê red kiribû.    SALEK PIŞTRE BERSIV DAN   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu têkildarî mirina Atasoy, di 13’ê îlona 2021’an de serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dabû. ÎHÎK’ê salek piştre bersiv da. Di bersiva ÎHÎK’ê de nivîsa Wezareta Edaletê hatiye bicihkirin.    ‘LI BER QADA ME NAKEVE’   Bersiv, bi îmzeya Cîgirê Wezîrê Edaletê Akin Gurlek hat dayîn ku bi biryarên xwe yên derheqê siyasetmedaran de tê naskirin. Di bersivê de hat gotin ku di ketina Atasoy a bi şewma Kovîd-19’ê, entûbebûna wî û bi awayekî kelemçekirî ragirtina wî ya li beşa venihêrîna awarte de tu binpêkirina girtîgehê nîne. Her wiha hat diyarkirin ku yên ewlehiyê diparêzin cendirme ne û girêdayî wezareta karên hundir in, bijîşk jî girêdayî wezareta tenduristiyê ne û îdia kir ku ev bûyer li derveyî rayeya wan e.    AGAHÎ NEDAN MALBATÊ   Parlamenter Omer Faruk Gergerlîoglu têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. Gergerlîoglû da zanîn ku tedawiya bikelemçe û girêdana girtiyên nexweş a bi cih ve li dijî mafên mirovan e û wiha got: “Ev sepan nayê qebûlkirin. Lê mixabin ev bûyer gelek rû didin. Malbata Atasoy ji min re got ku testa wî du hefteyan dereng hatiye kirin û piştî testa hevalên wî yên qawîşê pozîtîf derketin, ew jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tavşanliyê. Piştî rewşa wî giran dibe jî dibin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya Kutahyayê. Cendirmeyan jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ girêdayî cih kir. Roja rakirin nexweşxaneyê heta birin veşa venihêrîna awarte, anku 19 rojan agahî nedan malbatê. Heta cenaze hilgirtin jî ezyat bi malbatê kirin. Heta demekî nehiştin nêzî cenaze bibin.”   BINPÊKIRINÊN GELEK MEZIN HENE   Gergerlîoglû herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Ji ber ku 35 rojan bikelemçekirî hate tedawîkirin, serlêdanên sûc hatin kirin. Lê encamek jê derneket. Binpêkirinên mezin hene. Her tiştekî bide aliyekî, Wezareta Edaletê dibêje her tişt li gorî usûlê xwe hatiye kirin. Heke mijar di berpirsyariya Wezerata Karên Hundir û Wezareta Tenduristiyê de be, wê demê ÎHÎK’ê çima ji wan bersiv nexwest? Wezareta Edaletê jî hinek kesên din berpisyar dibîne. Di mijara Veysel Atasoy de kesek bi berpirsyariya xwe ranebûye. Ev ne komîsyona lêkolînkirina mafên mirovan lê komîsyona nixûmandina mafên mirovan e. Em di serdemeke gelek nebaş de ne. Ji bo şerê Azerbaycan-Ermenistanê şandeyek çêkiribûn û rapor amade kiribûn. Lê ji bo binpêkirinên li welatê xwe tiştekî nakin. Gelek binpêkirinên weke îşkence, revandina bi darê zorê û hwd. hene. Lê tu derheqê vê mijarê de xebatekê nakî.”