‘Divê serdana MÎT’ê ya li Iraqê bê lêkolînkirin’ 2022-09-13 12:38:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê iraqî Arif Humamî diyar kir ku divê serdana Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan a Iraqê û civîna bi aliyan re hat kirin bê lêkolînkirin.    Musteşarê MÎT’ê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di 11’ê îlonê de li Bexdayê serdana Hamis Hançer, Mustafa el-Kazimî û Berhem Salih û gelek rayedarên iraqî kir. Hevdîtin û civîn bi veşarî û eşkere pêk hatin.    Li gorî nûçeya RojNewsê Parlamenterê Iraqê Arif Humamî gotiye, “Hakan Fîdan dikare bi rayedarên teşkilata îstîhbaratê re hevdîtin bike. Lê nikare bi rayedarên siyasî re hevdîtin bike. Lê nabe ku bi rayedarên siyasî re hevdîtin bike. Çimkî tu bersivek wê siyasî nîne. Humamî hevdîtina Fîdan a li gel Hamis Hançer wek hevdîtina sîxuriyê nirxand û xwest serdan û hevdîtinên Fîdan li Iaqê kiriye were lêkolînkirin.