4 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin 2022-09-13 11:53:24   ÎZMÎR - Xwendekarên ku endamên Tevgera Çatimiz Gokyuzuyê ne li Îzmîrê çalakî li dar xistin û kon vedabûn. Polîsan êrişî xwendekaran kir û bi lêdanê binçav kirin.    Xwendekarên Tevgera Çatimiz Gokyuzu ji bo ku balê bikişînin ser pirsgirêkên xwe, li Daristana Bajêr a Încîralti ya Îzmîrê çalakî dabûn destpêkirin û kon vegirtibûn. Xwendekaran çalakiya xwe bi dirûşma “Asîman banê me, kolan mala me ye” dabûn destpêkirin û şevê din saet di 00.00’an de rastî êrişa polîsan hatin. Xwendekar, bi lêdanê hatin binçavkirin.    Li aliyê din zabiteyên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê xwestin ciwanan ji parqê derxînin. Li gel ku xwendekaran ji zabiteyan re gotin çalakiya wan di daristaneke ji her kesê re vekirî de ye û ji bo vegirtina konan ji hêla qanûnî ve tu pirsgirêk nînin, zabiteyan guh nedan û xwestin xwendekaran ji daristanê derxînin. Di dema rageşiyê de polîs hatin cihê bûyerê û xwendekarên bi navên Bariş Kirmizitaş, Ayhan Bakir, Taha Cîhan û Mûrat Boztaş bi lêdanê binçav kirin. Ciwanên ku heya serê sibê li Midûriyeta Polîsan hatine girtin, piştî karûbarên îfadeyê hatin berdan.    Xwedekarên ku ji nexweşxaneyê rapora derbkirinê stendin, dê giliyê polîsan li wan dayîn bikin.