Berwarî bertek nîşanî perçekirina nexşeyê da: Tu welatên serbixwe vê bêrêziyê qebûl nakin 2022-09-13 10:49:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî ku bertek nîşanî guhertina nexşeya Kurdistanê ya li Zanîngeha Zaxoyê ya di encama zextên Tirkiyeyê da wiha got: “Tu welatên serbixwe bêrêziyeke bi vî rengî ya li dijî wan hatiye kirin qebûl nake.”   Nexşeya Kurdistanê di 20’ê tebaxê de li Fakulteya Zanîstên Civakî ya Zanîngeha Zaxoyê ku li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistana Federe hate daliqandin. Nexşe di 11’ê îlonê de bi biryara rêveberiya zanîngehê hatibû jê kirin û şûna wê nexşeya tenê ji bajarên Herêma Kurdistana Federe pêk tên hatibû daliqandin.    Pişt re eşkere bû ku nexşe piştî serdana Wezîrê ji Pekhateyan Berpirsyar ê Herêma Kurdistanê yê tirkmen ku bi nezîkbûna xwe ya Tirkiyeyê tê naskirin, Beşa Zimanê Tirkî ya Zanîngeha Zaxoyê, nexşe jê kirine. Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê ya Herêma Kurdistana Federe û Hîndekarê Zanîngeha Dihokê Kamûran Berwarî rakirina nexşeya mezin a Kurdistanê ya ji dîwarê fakulteyê ya di encama zextên Tirkiyeyê de weke “bêhurmetî” nirxand.      NEXŞEYÊN KURDISTANÊ    Berwarî, da zanîn ku nexşeya Kurdistanê beriya zayînê (B.Z.), piştî zayînê (P.Z.), beriya îslamiyetê piştî îslamiyetê her tim hebûye û wiha got: “Piştî Şerê Çildêranê yê di sala 1514’an de axa Kurdistanê di navbera Osmaniyan û Safewiyan hate parvekirin. Dewleta Eyubî ku beriya 800 salan ji aliyê Selahattîn Eyubî ve hate avakirin jî dewleteke kurdan bû û nexşeya wê hebû. Di heman demê de Kardûk, Merwanî, Gutî, Mîtanî jî dewletên kurdan bûn. Nexşeya van jî cuda cuda hebûn. Nexşeya siyasî ya Kurdistanê heta Peymana Sykes-Picot a axa Kurdistanê lê hatibû parvekirin û di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hate destnîşankirin hebû.”   NÊZÎKATIYA TIRKIYEYÊ YA LI DIJÎ KURDAN   Berwarî, bi lêv kir ku nezîkatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurd, Kurdistan, zimanê kurdî û nexşeya Kurdistanê ne rast e û wiha berdewam kir: “Tirkiyeyê di sala 1930’an de destûr neda ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bê hînkirin. Di sala 1960’an de radyoya ku li Misrê weşana kurdî dikir asteng kir. Bi heman awayî li Bexdayê jî weşana kurdî asteng kir. Dîsa mudaxileyê Radyoya Erîvan a li Ermenîstanê jî kir. Destûr neda ku di sala 1991’an de ala kurdan li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl bê daliqandin. Ji bo ku kur dli Mûsil û Kerkukê bi cih nebin tişta ji destê wê hat kir. Niha jî Tirkiye li her derê hewl dide daliqandina alên kurdan qedexe bike.”   ‘CIHÊ ŞERMÊ YE’    Berwarî, da zanîn ku nexşeya li Zanîngeha Zaxoyê hatiye rakirin beşekî nexşeya Kurdistana mezin bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew nexşeya li Zaxoyê hatiye hilbijartin hemû Kurdistanê di nava xwe de nahewîne lê nexşeya Kurdistanê ya ku di cîhanê de tê zanîn e. Ev nêzîkatî ji bo Başûrê Kurdistanê kêmasiyeke mezin e. Bi taybetî ji bo Zanîngeha Zaxoyê kêmasiyeke mezin e. Cihê şermê ye ku nexşe li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye guhertin û tenê sê bajar di nexşeya nû de cih digirin. Tevî ku mijara daliqandina nexşeya Kurdistanê hikûmetên Tirkiyeyê, Başûr û Iraqê eleqedar nake jî, divê zanîngeh însiyatîfê werbigire û bibe parlamenta Iraqê û Dadgeha Laheyê û giliyê Tirkiyeyê bike. Diviyabû li her derê bigota ku Tirkiye li dijî daliqandina nexşeya Kurdistanê derket. Diviyabû zanîngehê bi gotina ‘em nikarin nexşeya Kurdistanê li cihê em dixwazin daliqînin’ gilî bikira.”   ‘TUNEHESIBANDINA HIKUMETÊ YE’   Berwarî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li gorî min tu dewletên serbixwe bêrêziyeke wisa ku li dijî wê hatiye kirin qebûl nake. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê ji aliyê Iraqê û cîhanê ve tê nasîn. Ji sala 1991’an ev herêm xwe bi xwe, xwe bi rêve dibe. 32 sal in hikumetek û parlamentoyeke wê heye. Ev parlamento û hikumet li ser xwîna şehîdan hate avakirin. Di encama komkujiyên Helepce û Enfalê hate avakirin. Ji ber vê yekê divê hikumeta Başûr li dijî vê rewşê bisekine. Ji ber ku ev yek tunehesibandina hikumetê û binpêkirina axa Kurdistanê ye.”   MA / Omer Akin