Gunay: Em ê dengê kolanê bilind bikin 2022-09-12 20:12:05   MELETÎ - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay ku bi pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletiyê re hat cem hev got: "Em ê dengê kolanan bilind bikin."   Şandeya HDP'ê ya ku Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî di nav de, li Meletiyê serdana gel û esnafan kir. Şandeya HDP'ê piştî serdanê çû Egîtîm-Sen a Şaxa Meletiyê û li vir bi pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletiyê re hevdîtin pêk anî.   Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay piştî ku di çarçoveya serdanê de pirsgirêkên kedkaran guhdar kir, axaftinek kurt kir.   ‘EM Ê BI BERXWEDANÊ DAWÎ LI DARBEYÊ BÎNIN'   Gunay di destpêka axaftina xwe de bibîr xist ku îro 422'yemîn salvegera darbeya 12ê Îlonê ya 1982'yan e û got: “Îro, di dîroka demokrasiya Tirkiyeyê de lekeyeke reş e. Desthilatdariya heyî, bi feraseta darbekariyê tunehesibandin û îşkenceyê didomîne. Em HDP ew partî ne ku bi awayekî pri zelal li hemberî vîna wê darbe tê kirin.Hevserokên me hatin girtin, şaredarên me yên hilbijartî hatin girtin. Em bi feraseta darbeyê tên birêvebirin. Tu darbe ne hetahetayî ye, em ê bi berxwedanê dawî li vê darbeyê bînin."   ‘EM BIBIN DENGÊ HILBERÎNERAN'   Gunay bal kişand ser hevdîtinên xwe yên li bajêr jî û wiha got: “Hemû civak ji polîtîkayên hikûmetê bibandor bûye. Cotkar, kedkar û sendîkavan bandorê ji krîza aborî girtine ku krîza neçareserkirinê ya desthilatêû polîtîkayên tecrîdê bûne sedema wê. Em bi berxwedanê hatin van rojan, me mafên xwe bi dest xist û em ê mafên xwe biparêzin. Ya ku me xurt dike berxwedan û têkoşîna me ye. Tevî hemû feraseta darbekar jî,  ji bo me têkoşîna kolanan girîng e. Em bi hêz in ku em mil bi mil li qadan bi gelê xwe re têdikoşin. Em ê dengê gelê xwe û kolanan bilind bikin. Em ê li Konyayê bibin dengê hilberînerên genim, li herêma Behra Reş bibin hilberînerên findiqan, li Meletiyê jî bibin dengê hilberînerên mişmişan. Em ê bi Tifaqa Ked û Azadiyê têkoşîna gel hîn xurtir bikin.”   ‘EM Ê TIFAQÊ XURTTIR BIKIN'   Gunay got: "Îro em bi li vir çûn raxeke kurdên Elewî. Hat gotin ku ne ceyran û ne jî ava vê taxê heye. Ev jî encama polîtîkayên dijminatiya AKP’ê yên li ser civakê ye. Awayeyekî din ê talan û gendeliyê ye. Armanca wan ew e ku pergaleke ku dixwaze keda karkeran desteser bike ava bikin. Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê hîn xurtir bikin.”   Piştî axaftinan civîn bi awayekî sergirtî berdewam kir. Piştî hevdîtinê heyet ber bi Xarpêtê ve bi rê ket.