Di dema derbasbûna wesayîta dar vediguhastin teqîn çêbû: 4 kes birîndar bûn 2022-09-12 18:43:09       ŞIRNEX - Dema traktora ku darên li herêma Bestayê tên birîn dibirin, teqînek çêbû. Hat diyarkirin ku cerdevan jî di nav de 4 kes birîndar bûne.     Li Şirnexê li Herêma Bestayê ku dar lê tên birîn teqînek çêbû. Hat hînbûn ku teqîn li nêzî gundê Navyanê yê li texma Kanîya Mîra çêbûye.    Hat ragihandin ku teqîn di dema derbasbûna traktorekê de rû daye.Hat diyarkirin ku di teqînê cerdevan jî di nav de 4 kes birîndar bûne.    Navê kesên birîndar ev in: "Ozgur Babat, Dîndar Benek, Mervan Bîlen û Hasan."