Navên 10 leşkerên li Zapê hatine kuştin hatin aşkerakirin 2022-09-12 15:14:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya ANF’ê, navên 10 leşkerên di şer û pevçûnên li Zapê de hatine kuştin, hatin parvekirin. Hat ragihandin ku qada cenazeyên leşkeran lê mayîn ji hêla balafirên şer ve hatiye bombebarankirin.     Êrişên Tirkiyeyê yên di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dayîn destpêkirin, didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), li herêma navborî şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku di 11’ê îlonê de li Girê Cûdî yê li Herêma Zapê pevçûnên dijwar qewimîn û 10 leşker hatine kuştin. Bi domdarî hat gotin ku navên leşkerên hatine kuştin Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Burak, Nacî, Harûn, Mert, Oguz û Fuat in. Hat ragihandin ku qada cenazeyên leşkerên tirk lê ne, ji hêla balafirên şer ve hate bombebarankirin û topbarankirin.    WEZARETÊ NÛÇE PIŞTRAST KIR   Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê duh daxuyaniyek parve kiribû û diyar kiribû ku di şerê li Zapê de leşkerên bi navên Harûn, Savaş, Gokhan û Fatîh hatine kuştin. Wezaretê diyar kiribû ku di pevçûnan de Çawişê Pispor ê Peyadar Harûn Yildirim, Çawişê Pispor ê Peyadar Savaş Borlu, Çawişê Pispor ê Peyadar Fatîh Kalkan û Çawişê Biqidem ê Berbazê Peyadar Gokhan Agil di şer de hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.    BI KAR ANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ   Di nûçeya ANF’ê de her wiha hat destnîşankirin ku artêşa tirk di hinek tunelan de bombeyên nukleerî yên taktîk û çekên kîmyewî bi kar anîne.