Bêyî agahiya wan jê hebe kirin endamên AKP û Partiya ÎYÎ 2022-09-12 14:32:07   AMED - Welatiyên bi navên Recep Aslanhan û Bunyamîn Kurt ên ji Amedê dan zanîn ku bêyî agahiyan wan jê hebe, kirine endamên AKP û Partiya ÎYÎ.    Welatiyê bi navê Recep Aslanhan ê ji Rezan a Amedê û Bunyamîn Kurt ê li ser nifûsa navçeya Sûrê, li ser bernameya e-devletê endamtiya partiya siyasî lêpirsîn. Piştî lêpirsînê, welatî hîn bûn ku bêyî agahiya wan jê hebe kirine endamên AKP û Partiya ÎYÎ. Recep Aslanhan kirine endamê AKP’ê û Buyamîn Kurt jî kirine endamê Partiya ÎYÎ.    BÊYÎ AGAHIYA WÎ KIRINE ENDAM    Têkildarî mijarê Recep Aslanhan got ku bêyî agahiya wî kirine endamê AKP’ê û bûyer wiha vegot: “Hevalê me li ser rewşa xwe ya whatsappê ragihand ku bêyî agahiya wî jê hebe kirine endamê partiyekê. Me jî li ser pergala e-devletê li rewşa xwe ya endamtiyê pirsî. Di lêpirsînê de derket holê ku Rêxistina AKP’ê ya Rezanê ez kirime endamê AKP’ê. Min jî di carê de endamtiya xwe betal kir. Lê êdî ewlehiya me nîne. Bêyî me agahiya me kom kirine û em kirine endam. Yên ku vê yekê dikin, dikarin her tiştekî bikin.”    ENDAMTIYA XWE BETAL KIR   Bunyamîn Kurt jî da zanîn ku ew kirine endamê Partiya ÎYÎ û wiha qal kir: “Tu eleqeya min bi Partiya ÎYÎ ve nîne. Di sala 2021’an de ez kirime endam. Rêxistina Partiya ÎYÎ ya Sûrê wiha kiriye. Bi vê yekê re jiyana min a taybet binpê kirine. Nasnameya min ji hêla kesekê din ve hatiye bikaranîn. Ev dizîkerî ye. Min demildest endamtiya xwe betal kir. Lê agahiyên me yên şexsî di ewlehiyê de nînin. Bila hemû kes li ser e-devletê li rewşa xwe binêre. Gelek kes bêyî agahiya wan hebe kirine endamên partiyên siyasî. Divê em dev ji vê bûyerê bernedin. Tiştekî exlaqî nîne ku me dikin endamên partiyên em li dijî nêrînên wan.”