HDP li Meletiyê ye: Em ê bi hev re çareseriyê peyda bikin 2022-09-12 14:18:55   MELETÎ - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û şandeya pê re serdanên xwe yên li Meletiyê didomînin. Di serdanê de Gunay diyar kir ku ew ê çareseriyê bi hev re peyda bikin û bi ruhê demokrasiyê ava bikin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Meletiyê bi gel re civiya. Şandeya ku Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî di nav de bû, ji ewil çû serdana esnafên li navçeya Battalgazî.    ‘MIROV NIKARIN PARIYEKÎ NAN BIBIN MALÊN XWE’    Di dema serdana şandeyê de esnafan qala zehmetiyên dikişînin kir. Esnafan bal kişand ser qeyrana aborî û gotin; “Bêkarî gelek zêde bûye û em nikarin bixebitin. Bi zor û zehmet em debara xwe dikin. Kesek nikare pariyekî nan bibe mala xwe. Lewma tundiya di nava malê de zêde bûye û aramiya me nema ye.”    ‘ÇEWLIK BI TEMAMÎ SEKINÎ YE’    Yek ji welatiyên cotkar di dema serdanê de wiha ji şandeyê re got: “Dewlet alîkariyê nade cotkaran. Em deyndar bûne û ketine ber îcrayê. Avê nadin me lê heqê avê ji me distînin. Heke li welatekî cotkar tune bin, ew welat pêş nakeve. Cotkarî bi tevahî xelas bûye. Em heqê xweha eniya xwe nawergirin. Em nikarin once biçînin û şîrê sewalên xwe jî bi belaşî difiroşin. Ji ber deynên xwe me sewalên xwe firotin. Esnafên vê derê nikarin bixebitin. Dewlet piştgiriyê nade.” Şandeya ku gazincên esnaf û welatiyan guhdarî kir, da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê dê bi rola xwe rabin.    'HDP HÊZA XWE JI GEL DIGIRE’    Piştî serdana esnafan, şande li taxa Serîntepeyê bi gel re civiya. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li vê derê bersiva pirsgirêkên welatiyan da û wiha got: “Em ji gelên Tirkiyeyê hînî siyasetê bûn. HDP, hêza xwe ji gel digire. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî em bi xwe bawerin. Desthilatdariya heyî berê civakê dide hev û hewl dide faşîzma xwe ava bike. Her du tifaq jî tiştekî cuda nabêjin gelên Tirkiyeyê. HDP’ê jî di Rêya Sêyemîn de dimeşe. Bi dînamîkên cuda yên Tirkiyeyê re em hatin ba hev û tifaqa demokrasiyê mezin dikin. Em ji vê rewşa heyî aciz in. Em baş pê dizanin ku hewceye em çareseriyê bi hev re bibînin û bi ruhê demokrasiyê ava bikin. HDP, hêviya gelên Tirkiyeyê ye. Sebahat Tuncel li Meletiyê gelek ked da û em ê vê keda wê hîn mezintir bikin.”    ‘EM Ê SERÎ BI VAN BIDIN TEWANDIN’   Parlamenter Necdet Îpekyuz jî anî ziman ku kesên digotin ‘em ê qedexeyan û xizaniyê bi dawî bikin’, bûn kesên herî qedexeker û wiha bi dawî kir: “Xizanî anîn vî welatî. Yên bi gustîlê hatin, bi sermayeyeke mezin ji gel qut bûn. Tehemûla dengê gel nakin. Her deverê pêşkeş dikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dibêje ewlehî û bi vê hincetê dengê muxalîfan qut dike û budçeya welat ji bo şer û pevçûnan vediqetîne. Em ê bi saya têkoşîna gel bi van serî bidin tewandin.”    Serdanên şandeyê yên li bajêr berdewam in.