Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2022-09-12 13:54:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kampa Waşûkanî ku penaberên ji Serêkaniyê lê dimînin teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê bajarê Hesekê ku penaberên ji Serêkaniyê lê dimînin teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Hevseroka Kampa Waşûkanî Ela Cemîl û şahidan da zanîn ku li rojavayê motosîklêteka bombebarkirî hatiye teqandin.