Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe 2022-09-12 10:31:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Jina girêdayî nifûsa Hatayê a li Kampa Holê de dimîne destnîşan kir ku ew bi hêsanî hatine Kampa Holê, derketina wê jî pir zehmet e wiha got: “Divê em ji bo Tirkiyeyê erzan nebin.”   Bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (QSD) û bi piştgiriya YPG, YPJ û QSD`ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di 25'ê Tebaxê de li kampa Holê ji bo mîsogerkirina ewlehiyê û girtina şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hate destpêkirin. Ji 50 welatan ji 8 hezaran zêdetir kes di kampê de dimîne û heya niha tenê 20 welatan welatiyên xwe ji kampê girt. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Jina tirk Saadet Guler piştî têkçûna DAIŞ’ê li Kampa holê tenê ma. Guler destnîşan kiri ku ew li bendê ne ku Tirkiye wan ji wir bigire   JI HATAYÊ BER BI SÛRIYÊ VE   Hevjîna DAIŞ`î Saadet Guler (47) dayika 3 zarokan e. Ew bi xwe ji bajarê Hatay yê Tirkiyê ye û tenê bi zimanê tirkî dizane. Balkêş e ku heya niha wê xwe fêrî zimanê erebî nekiriye. Ji ber hem li kampa Holê hem jî di DAIŞ bi xwe de zimanê esasî yê “dewleta Îslamê” erebî ye. Dema sedema nefêrkirina zimanê erebî dipirsin bêbersiv dimîne.   Li gorî şîrovekirina Guler ew ji bo îslamiyetê hin baştir bijîn bi 3 zarokên xwe re hatine Sûriyê. Destpêkê 3 mehan vê biryara hevjînê xwe red dike lê paşê erê kiriye. Hevjînê wê ji Samsûnê yê Tirkiyê ye. Hevjînê wê ji kar derdikeve. Di dawiya 2014`an de ji Dîlokê bê ku leşkerên Tirkiyeyê ji wan re astengî derxin bi 3 zarokên xwe re derbasî Bablemanê dibin. Li vir bi gelek însanên biyanî ku ew jî ji bo şandina Sûriyê hatine komkirin tev li wan dibin. Saadet Guler got di nav wan jinên ku hatine komkirin de jinên êzîdî jî hebûn. Ji wir derbasî Minbicê dibin.   Jİ BER JI SÎNORÊN TIRKİYÊ DÛRKETİN NİKARÎN JI HERÊMÊ DERKEVİN   Saadet Guler derbarê serpêhitiya xwe de ev tişt gotin: “Di nav wan koman de jinên ji Tirkiyê, Misir û Iraqê jî hebûn. Li Minbicê derketina derve li me qedexe bû. Tenê dihiştin ku em herin nexweşxaneyê. Lê hinek dihatin me bi giştî dibirin. Li Minbicê gelek Tirk hebûn. Hevjîna min birin cihekî cûda, piştî 15 rojan hevjînê min hat û me li Babê mal girt. Demekê em li Babê man paşê dîsa vegeriyan Minbicê, ji wir çûn Tepqa ye û li wir man. Di encama topbaranê de em ji cihekî diçûn cihekî din. Herî dawî li cihekî nêzî Baxozê man.”   Saadet Guler diyar kir ku gelek caran xwestine ji Sûriyê derkevin lê di encama topbaranê ji sînorên Tirkiyê dûr diketin û cihê derketine nedidîtin.   XEYALÊN ZAROKAN DIZÎN   Yên ku bi agirê van malbatên DAIŞ`î dişewitîn helbet zarok in. Ew jî li ser heman hişmendiya DAIŞ têne perwerdekirin ku nifşekî nû ji DAIŞ xetertir tê avakirin. Saadet Guler jî di vê dîtinê de ye ku dibejê min xeyalên zarokên xwe dizîn û wiha pê de çû: “Dema zarokên min mezin bin wê xeyalên wan yê xweş nebin. Me ji destê zarokên xwe xeyalên wan birin. Me her tişt hesab nekir, baş nefikirn. Ji ber em li vir nikarin bi tenê bigerin neçar bûm ku keça xwe di 18 saliyê de bi yekî biyanî re bizewcînim. Hevjînê keça min jî niha girtiye. Hevjînê min jî girtiye.”   Derbarê rewşa kampa Holê de Saadet Guler ev tişt anî ziman: “Mirov nikare li vir bibejê ez wiha difikirim. Tu nikare bi rehetî tevbigerî. Hinek bi hinceteke biçûk dikarin tiştekî li yekî bikin. Pirsgirêka bêhntengî bi min re heye. Ji ber wê ez nikarim 3 qatan rûyê xwe bigirim. Lê rûxmî vê jî min hişyar kirin.”   ENCAMA DAIŞ`Ê: MIN TIŞTEKÎ WIHA XEYAL NEDIKIR   Guler ji bo rewşa xwe ya dawî anî ziman ku ew di xeletiyekê de ne û ji bo rewşa ku ew tê de ne ev tişt gotin: “Min tiştekî wiha xeyal nedikir. Li ser armanca hîn zêdetir em ê xweş bijîn em hatin, lê ev 3 sal û nîv di hesabê min de tune bû. Me ji hin cihan bardikir cihekî din. Di malbata min de ez tenê sergirtî me. Dema em di nav DAIŞ`ê de bûn bi rihetî li ser înternetê em bi malbatên xwe re diaxivîn. Malbata min tu carî vê biryara min qebûl nekir. Her ji me re digotin ji wir derkevin û werin.”    `EM HASÊNÎ HATIN, DERKETIN ZEHMET E`   Guler ji halê ku ew tê de ne wek “em wekî axên windayî ne” pênase kir. Guler destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji bo derketinê wan sînor vekirî ye niha ji bo wan derî girtîne û wiha got: “Gelek kes ji vir derketin, dewletan ew wergirtin. Kes naxwaze li vir bijî. Min dixwest ku Tirkiyê bibejê ew hemwelatiya min e çi dibe bila bibe divê ez wê werbigirim. Destê xwe danîba ser masê, wergirtina me bixwesta. Tu dewlet nikare ji hemwelatiyê xwe re bibejê çi dibe bila bibe eleqê min jê nîne. Em dixwazin Tirkiyê, bi rêyên normal me ji vir derxe. Min gelekî dixwest li hemberî Tirkiyê bi dengekî bilind bibêjim hûn çima min nagirin. Ez hemwelatiya Tirkiyê me çima ji bo min ew tiştekî nakin? Em bi hêsanî derbasî vê derê bûn lê derketin zehmet e.”   `DIVÊ EM JI BO WAN NE ERZAN BIN`   Saadet Guler bang li Tirkiyeyê kir ku bila xwedî li hemwelatiyên xwe derkeve û got: “Ger Tirkiyê bibejê li wir bemire, divê em ji bo wan ewqasî ne erzan bin. Ev 3 sal û 8 meh in ez li vir im. Gelo dema em mirin wê dengê me bibihîsin?  Bila herkes dengê me bigire ku Tirkiyê me ji vir bixwaze. Wê çawa bigire nizanim lê bila bigire.”