Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir 2022-09-12 09:03:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Zanîngeha Zaxoyê li ser zexta Tirkiyeyê, nexşeya çar parçeyên Kurdistanê rakir û tenê nexşeya Herêma Federal a Kurdistanê hişt.    Zanîngeha Zaxoyê 22 roj berê di ketina zanîngehê de nexşeya Kurdistanê daliqandibû. Hat zanîn ku li ser zextên dewleta tirk, zanîngehê neşxe rakir û tenê nexşeya Herêma Federal a Kurdistanê hişt.    Çavkaniyeke ku nexwest navê xwe aşkera bike bi Rojnewsê re axivî û ev agahî dan: “Nexşeya Kurdistana mezin a li ser Fakûlteya Zanistên Mirovahiyê ya Zanîngeha Zaxoyê hate rakirin û li şûna wê nexşeya başûrê Kurdistanê hat danîn.”    Fakûlteya Zanistên Mirovahiyê ya Zanîngeha Zaxoyê nexşeya navborî di 20’ê tebaxê de li ser dîwarê xwe danabû. Lê li ser biryara Serokatiya Zanîngeha Zaxoyê, 22 roj piştre ev nexşeye hate rakirin.    BI RÊYA WEZÎRÊ TIRKMEN GEF XWARIN   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan a Hikûmeta Federal a Kurdistanê bi xwe tirkmen e û bi hevalbendiya xwe ya bi dewleta tirk re tê naskirin. Ev kes, demek berê çûbû serdana Beşa Zimanê Tirkî ya Zanîngeha Zaxoyê û ev nexşe dîtibû.  Çavkaniyan da zanîn ku dewleta tirk bi rêya Aydin Marûf zext li hikûmeta Başûr kir da ku ev nexşe were rakirin.    Têkildarî mijarê Serokatiya Zanîngeha Zaxoyê tu daxuyanî nedane.