Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin 2022-09-11 23:38:39     AMED - Bi mebesta ku balê bikişînin ser perwerdeya bi zimanê kurdî, li ser Twîtterê xebata hashtagê hat destpêkirin. Bi hezaran kesan hastaga #EmPerwerdehiyaBiKurdîDixwazin parve kirin û hashstag bû TT.   Ji bo ku li bakurê Kurdistanê zarokên kurd perwerdehiya xwe bi zimanê dayikê bibînin, li ser platforma medyaya civakî Twîtterê xebata hashtagê hat destpêkirin. Di demekî kin de bi hezaran kesan hashtag parve kir û bû TT.   Xebata hashtaga #EmPerwerdehiyaBiKurdîDixwazin hêj didome.