Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev 2022-09-11 20:09:48       STENBOL - Meclisa Jinan a HDP’ê ya Kagithaneyê şahiyek li dar xist û diyar kirin ku bersiva herî mezin a li dijî polîtîkayên şerê taybet, têkoşîna birêxistinkirî ye.   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kagithanayê, li Komeleya Îdiriyan a li Gultepeyê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Cambaz, rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyan, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek jin jî amade bûn. Di şahiyê de polîtîkayên şerê taybet û girîngiya têkoşîna birêxistinkirî hatin nîqaşkirin. Di şahiyê de jinan da zanîn ku li dijî polîtîkayên şerê taybet hewcehî bi atolyeyan heye û dê di demên pêş de atolyeyên jinan ava bikin.   Parlamenter Dilşat Canbaz di şahiyê de bal kişand ser girîngiya rêxistiniya jinan û wiha got: “Bersiva jinan a herî mezin a li dijî polîtîkayên şerê taybet, rêxistiniya jinan e. Bi têkoşîneke rêxistinkirî mirov dikare pêşî li ber van êrişan bigire. Guherîn di nava lepên jinan de ye. Ji bo avakirina jiyaneke azad a nû, hewcehî bi rûxandina zîhniyeta mêr-dewletê heye. Mebesta avakirina partiya jinan HDP’ê jî ev e.”   Piştî Canbaz, jineke esnaf axivî. Esnafa jin da zanîn ku li ser vexwendina hevaleka wê ya HDP’ê hatiye û ev tişt anî ziman: “Rêxistinî û piştevaniya jinan a min li vê derê dîtî, bo min bû tecrûbeyeke mezin.”   Jinan, di şahiyê de diyar kirin ku ji bo avakirina jiyaneke azad dê dev ji têkoşîna xwe bernedin.