Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin 2022-09-11 17:11:12   MÊRDÎN - Li şaredariya AKP’î ya Artûklûyê, ku ji ber bertilê ji rojevê nakeve, pankarta “Yê ku bertilê dide jî distîne jî neletî ye” hate daliqandin.    Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê ev demeke ji ber bertilê ji rojevê nakeve. Ji ber bertîlê ev pankart bi avahiya şaredariyê ve hate daliqandin: “Yê ku bertilê dide jî yê distîne jî neletî ye.” Tê gotin ku pankarta hatiye daliqandin ji Şaredarê berê Abdulkadîr Tûtaşi yê “ji pirsgirêkên xwe yên tendurîstiyê” îstîfa kiribû re wek peyamek hate şîrovekirin.     Tûtaşi piştî ku Meclîsa Şaredariyê, têkildarî nelirêtiyên ku wî kiribûn dosyeyek amade kiribû şûnda îstîfa kiribû. Dihat destnîşankirin ku Tûtaşi di nava şaredariyê de “çerxa bertilê” ava kiribû.