Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir 2022-09-11 15:02:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj a ciwanên Ewropayê ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine cem hev, dest pê kir.    Ji bajarên Ewropayê yên cuda gelek ciwanên kurd û yên enternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK Abdullah Ocalan li Almanyayê hatin cemhev. Ciwan li bajarê Essenê kom bûn, bi şîara “Ji bo Azadiya Rêber Apo: Werin Têkoşîna Azadiyê” meş dan destpêkirin. Ji bo meşê ciwan ji bajarên Almanya, Îngilîstan, Fransa, Swêd, Kolombiya, Avustralya, Îtalya, Îspanya, Holanda û gelek welatên Ewropayê tev li çalakiyê bûn. Tê payîn ku meş dê 6 rojan bidome û rawestgeha yekem dê Duîsburg be.    Têkildarî meşê Çektar Serhed daxuyanî da û wiha axivî: “Ji 18 mehan zêdetir e ku tu agahî ji Rêber Apo nayên girtin. Ji ber vê yekê em wek ciwanên kurd û yên enternasyonalîst heya ku azadiya Rêber Apo tê têkûzkirin dê çalak bin.”   Ji Komîteye Amadekar a Meşê Mordem Adar jî derbarê meşê de ev tişt gotin: “Meşa me ya ewil a dirêj li Hanuayê dest pê kir û 17 roj dom kir. Sedemên wê meşa me zextên li zindanan û şehadeta Mazlûm Dogan bû. Wê demê li zindanan zilma 1982’an û li Kurdistanê îşkence hebû. Di meşa wê rojê de Hozan Sefkan, Kasim Engîn û Hozan Mîzgîn hebûn. Meşa Dirêj a ku wê rojê dest pê kir îro bi ciwanên enternasyonalîst didome. Azadiya rêberê me azadiya gelê me ye.”