Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin 2022-09-11 10:16:49   AMED - Çalakiya Nobeda Edaletê ya Amedê 300 roj li dû xwe hiştin. Xizmên girtiyan di hemû şert û mercan de jî ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin çalakiya xwe li ber girtîgehê, ATK'ê û edliyeyê didomînin.    Li Amedê Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin. Çalakiya xizmên girtiyan a ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin ku di 16’ê Mijdara 2021'ê de li Baroya Amedê dest pê kiribû, niha li ber girtîgehê, ATK û Edliyeya Amedê didome. Malbat tevî hemû şert û mercên hewayê jî çalakiya xwe didomînin.    Di çarçoveya çalakiyê de xizmên girtiyan ji bo daxwazên xwe heya niha hevdîtin bi gelek sazî û rêxistinan û partiyên siyasî re kirine. Malbat ji bo daxwazên xwe di 4'ê Çileya 2022'yan de çûn Enqereyê û xwestin li ber Wezareta Dadê çalakiyê li dar bixin. Lê li vir tevî destwerdana polîsan jî malbatan bi dengekî berz doza "edaletê" kirin. Malbat ku piştî hevdîtinên xwe yên li Enqereyê cardin vegeriyan Amedê, heya demekê çalakiya xwe li Baroya Amedê domandin. Di roja 129'an de gava xwestin li ber Baroya Amedê daxuyaniyê bidin, careke din bi destwerdana polîsan re rû bi rû man, lê dîsa jî daxwazên xwe bi dengekî berz bilêv kirin û bi dengê wan dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” olan da.    BI BERXWEDANÊ DORPÊÇ HILWEŞANDIN   Xizmên girtiyan ku bi berxwedanê dorpêça polîsan a li ber baroyê hilweşandin, ji wê rojê heya niha heftê sê rojan nobeda xwe li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê, Saziya Tiba Edlî (ATK) û Edliyeya Amedê digirin û daxwaza xwe ya ji bo azadiya girtiyên nexweş dubare dikin.   ÎNCÎ GULER: EM DOZA EDALETÊ DIKIN   Guler, xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Guler anî ziman ku birayê wê 29 sal in di girtîgehê de ye û got: "Çend mehên din dê birayê min ji girtîgehê derkeve, lê dema cezayê wan diqede poşmanîtiyê li wan ferz dikin. Gava poşmanîtiyê qebûl nakin berdana wan tê taloqkirin. Çawa ew di girtîgehê de ne, em malbat jî bi heman awayî di girtîgehê de ne. Em naxwazin tu girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin. Em tenê doza edaletê dikin, tiştekî din naxwazin."    ‘DEMA MIJAR DIBE KURD HEMÛ DIBIN YEK’   Guler bilêv kir ku dema ku pêvajoya hilbijartine nêz dibe desthilatdar sozan dide û wiha got: “Lê sozên wan tev derew in. Em heta Enqerê çûn. Em çûn hemû partiyên siyasî. Li wir partiyên siyasî soz dan me, lê soza xwe pêk neanîn. Em heta ber deriyê Wezareta Dadê jî çûn, li wir jî ferman dan ku polîs êrişî me bikin. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin ku ji bo meseleya girtîgehan çi ji destê wan bê bila bikin. Lê dema mijar dibe kurd hemû dibin yek. Nêrîna hemûyan dibe yek. Madem em li vê dewletê dijîn, nexwe em edaleta vê dewletê jî dixwazin."    ‘HETA DAXWAZÊN ME NAYÊN CIH EM Ê LI QADAN BIN’   Guler destnîşan kir ku heta girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin neyên berdan dê çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê bidomînin. Guler diyar kir ku her diçe hejmara girtiyên di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin zedê dibe û ev tişt gotin: “Îro dı gırtigehan de girtiyên ku nexweşiya penceşêrê li wan peyda bûye û nexweşiyên wan giran hene. Dema girtiyên nexweşiya wan giranê tên berdan jî, du meh emrê wan dimîne an jî namîne. Dewlet jî vê yekê baş dizane. Heke wijdan bi wan re hebe, bila girtiyên nexweş berdin. Qet nebe em bikarin tasek av bidin wan. Çend sal in em bi hesreta wan in. Banga min ji bo gel jî, bila xwedî li girtiyan derkevin, bi taybetî jî malbatên girtiyan."   ‘LI HEMBER ZORDARIYÊ DEST BI ÇALAKIYA EDALETÊ KIR’   Reşahat Ada, xizma girtiyê nexweş Hamdusena Ada jî bi mehan e ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin di çalakiya nobeda edaletê de ye. Ada jî li ber ATK'ê axivî û bal kişand ser zext û tundiyên li ser girtiyan û got: “Me li hemberî vê zilm û zordariyê dest bi çalakiya edaletê kir. Li ser girtiyên me zext, tundî û îşkence hene. Em vê zilme qebûl nakin, 20 gardiyanan êriş birin ser birayê min, îşkence li wî kirin. Min ji hevalên  xwe re got, êdî rabin ser pêyan, vê zilme qebûl nekin. Girtiyên ku 30 sal cezayê wan qediyaye înfaza wan tê şewitandin. Girtiyên me sirgûn dikin, bi vî awayî dixwazin me terbiye bikin. Me jî li hemberî vê zordariyê dest bi nobeda edaletê kir. Em bang li Wezareta Dadê û Serokkomarê Tirkiyeyê dikin ku bila edî zilma li girtîgehan bi dawî bibe û girtiyên nexweş bên berdan.”   ‘PARTIYÊN SIYASÎ SOZA XWE NEANÎN CÎ'   Ada anî ziman ku heta daxwazên wan pêk neyên wê çalakiya nobeda edaletê bidomînin û wiha bertek nîşanî bedengiya rayedaran û partiyên muxalif da: “Ji bo ku dinya jî vê zilma li ser girtiyên me bibîne me rojek li ber girtîgehê, rojek li ber ATK'ê û rojek jî li ber edliyeyê çalakiya nobeda edaletê da destpêkirin. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li pey doza zarokên xwe bin. Ji bo edaletê em çûn Enqerê, me serî li meclîsê da, me xwest em biçin serdana Wezareta Dadê bikin, lê polîsan em dorpêç kirin. Polîsan tahde li dayikên 60-70 salî kirin. Partiyên siyasî soz dan me, lê wan jî soza xwe ji bîr kir."    ‘EM LI PEY DOZA WAN IN’   Ada, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heta daxwazên wan pêk neyên wê li her derê çalakiya xwe li dar bixin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li nexweşxanê, kolan, edliyeyê li ku dibe bila bibe em ê kefenê xwe li xwe bikin û dakevin qadan. Îro ne bav zarokên xwe dibîne, ne jî zarok bavê xwe dibînin. Gava girtî li ber mirinê ne wan berdidin. Divê Serokomar û Wezareta Dadê demildest çareyekê bibînin. Êdî bes e bila dayik negirîn. Heta ew zilm li girtîgehan hebe em ê jî çalakiya xwe bidomînin. Hewce bike em ê dîsa biçin Enqerê, heta çareyek neyê dîtin em ê çalakiya xwe bidomînin. Zarokên me dizî nekirine, ew di rêyeke bi rûmet de ne. Wan mafê ziman û welatê xwe parastiye, ji ber wê di zindanan de ne. Em jî deyndarên wan in. Em li pey doza wan û tekoşîna wan in.”   MA / Eylem Akdag - Mahmût Altintaş