3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin 2022-09-11 10:06:50   COLEMÊRG - Hat hînbûn ku 3 cenazeyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tên ragirtin ku hate diyarkirin ên endamên HPG'ê ne, tevî karûbarên otopsiyê jî 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin.   Hate diyarkirin ku di navbera mehên tîrmeh û tebaxê de, di encama şer û pevçûnên qewimî de 7 endamên HPG'ê û YJA-STAR’ê jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan ji bo kirariyên otopsiyê rakirine nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Ji wan 7 cenazeyan, 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin.   Hat ragihandin ku ji 7 kesên ku jiyana xwe ji dest dayîne 5 endamên HPG’ê, 2 jî endamên YJA-STAR’ê ne. Hat zanîn ku di encama şer û pevçûnên ji 7'ê tebaxê heya 13'ê tebaxê li Geliyê Tiyarê qewimîn de yek ji endama YJA-STAR'ê 3 HPG’yiyan jiyana xwe dest daye. Her wiha hate hînbûn ku şer û pevçûnên di navbera 9’ê Tebaxê 17'ê tebaxê de li gundê Anîtos û Çiyayê Bûsindî, herêma Melûnan, Suvarê Bêriya û Çiyayê Berana de qewimîne yek jê jin 4 HPG’yiyan jiyana xwe dest dane.   HER 7 CENAZE 4 ROJAN DI MORGA XIRABE DE HATIN SEKINANDIN   Hate hînbûn ku piştî kar û barên otopsiyê 7 cenaze li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hatin sekinandin. Hat zanîn ku cihên ku li morga nexweşxaneyê cenazeyan cemidinîn xirabuyîne û cenazeyan nacemidînin. Li ser vê yekê di nava hefteyekê de ev cenaze li vir wisa hatin hiştin û nêzî 4 rojan ji bo tiştek nehat kirin. Welatiyên ku diçûn nexweşxaneyê diyar kiribûn ku ji ber bêhna morgê kesê nedikarî bikeve nexweşxaneyê.   NEXWEŞXANÊ ÎTÎRAF KIR KU DEPO XIRABUYÎNE   Piştî hewildana saziyên civakî piştî 5 rojan depo hatin çêkirin û nexweşxane hate şuştin. Nexweşxaneyê piştî hewldanan got ku kesekî di şer de jiyana xwe ji dest daye û tenê lingê wî hatiye ditîn jî anîne nexweşxaneyê û bêhn ji wî lingê hatiye dîtin tê. Hat diyarkirin ku hêj jî bêhna cenazeyan ji nexweşxaneyê tê.   3 CENAZE DAN MALBATAN YEK JÎ LI GORISTANA BÊKESAN VEŞARTIN   Li aliyê din hat dîtin ku di danê şev wesayitên zirxî, peywîrdarên ewlehiyê yên nexweşxaneyê û polîsên sivîl ber deriyê morgê bi kişandina şerîdan girtine û qedexe kirine. Hat ragihandin cenazeyên Cûmhûr Karûman, Zîlan Dûman û Ziyadîn Onat radestî malbatên wan hatine kirin û li Colemêrgê û Wanê hatine veşartin. Her wiha tê îddîakirin ku cenazeyê endameke YJA-STAR’ê jî, li goristana bêkesan a Colemêrgê hatiye veşartin.   3 CENAZE 38 ROJ IN BI KEYFÎ RADESTÊ MALBATA NAKIN   Hat zanîn ku niha 3 cenazeyên ku ev 38 roj in li morga Nexweşxaneya Colemêrgê tên sekinandin hêj radestî malbatan nehatiye kirin. Her wiha hat ragihandin ku tevî karûbarên otopsiyê jî cenaze bi zanebûn radestî malbatan nayên kirin.