Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye 2022-09-11 09:02:15   ÎDIR - Wekîlê HDP'ê Habîp Eksîk ku nehat hiştin li Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê hevdîtinê bi girtiyan re bike, anî ziman ku tîpên S'yê "navenda şikandina vînê ne" û got, tu ferqa wan ji kampên Naziyan ên Hîtler tune ne.   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Habîp Eksîk, nûner û parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Îdirê di 7'ê Îlonê de çûn Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê. Hevdîtina heyetê ya bi girtiyan re ji aliyê rêvebiriya girtîgehê ve bi hinceta "destûr ji Wezareta Dadê nehatiye girtin" hat astengkirin.   Parlamenterê HDP'ê Habîp Eksîk diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê sîrayetî civakê û hemû girtîgehan kiriye.    HEVDÎTINA BI ÎDAREYÊ RE   Eksîk anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û got, gelek girtiyên siyasî name şandine û binpêkirin mafan ên li girtîgehê ragihandine. Eksîk diyar kir ku ji ber binpêkirinên li girtîgehan çûne Girtîgeha Îdirê ya S'yê û got: “Rêvebiriya girtîgehê destûr neda ku hevdîtina bi girtiyan re nê kirin. Bi hinceta 'destûr ji Wezareta Dadê nehatiye girtin' destûra hevdîtinê nehat dayîn. Lewma me cihê ku girtî lê dimînin nedîtin. Lê dema ku em li beşa îdareym û dîmena li derveyî girtîgehê mêze dikin, a rast me rengvedana pergaleke tecrîdê dît. Bariyerên betonî yên bilind û dîmeneke ku hundir bi her awayî îzolekirî û pergala tecrîdê hebû. Di hevdîtina me de ya bi rêvebiriya girtîgehê re me xwest pirsgirêkên li girtîgehê bi girtiyan re bên nîqaşkirin û wiha bên çareserkirin. Me daxwazên ji bo başkirina şert û mercên girtiyan ragihand îdareyê."   3 GIRTIYÊN NEXWEŞ SEWQÎ ATK'Ê HATIN KIRIN   Eksîk diyar kir ku li Girtîgeha Îdirê girtiyên nexweş hene û got: “Me bi îdareyê re li ser dermankirina girtiyan û peydakirina dermanan jî xeber da. Îdareyê diyar kir ku li girtîgehê bi giştî 5 girtiyên bi nexweşiyên kronîk hene û ji van girtiyan 3 jê sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) hatine kirin. Gotin ATK'ê rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' daye van kesan."   ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ DIVÊ BÊN BERDAN'   Eksîk bibîr xist ku mixabin ATK piraniya serlêdanan red dike û got: “Ji van girtiyên nexweş yek jê Abdullah Ateş e ku herî kêm 70 salî ye. Gelek nexweşiyên kronîk pê re hene. Her wiha ji van nexweşan yek jê jî hefteyê 3 rojan di diyalîzê de ye. ATK nexweşiyên girtiyan bi nêzîkatiya tibbî nanirxîne û ji ber v gelek nexweşên giran di girtîgehê de dimînin. Divê girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê demildest bên berdan û pêşî li ber berdana bi raporên nexweşxaneyan bê vekirin."   GIRTÎGEHÊN TÎPA S'YÊ: NAVENDA ŞIKANDINA VÎNÊ NE    Eksîk girtîgehên tîpa S'yê wekî “Navenda şikandina vîna" girtiyan pênase kir û got: “Girtiyên li girtîgehên tîpa S'yê dimînin bi rêya parêzer û malbatên xwe digihîjin me. Girtî dixwazin ev pergala bêhiqûqî ya yekodeyî, ango pergala tecrîdê bi dawî bibe. Ji bo vê qîrîna girtiyan me gelek caran hevd,tin bi îdareyê û wezaretê re kirin, lê tu gav nehatin avêtin. Rayedar her tim navnîşana serlêdana dadgehan nîşan didin, lê em hemû baş dizanin ku ev dadgeh çi qasî hêdî tevdigerin û çawa bûne aparata desthilataê."    ‘PERÇEYEK JI PERGALA TECRÎDÊ YA ÎMRALIYÊ'   Eksik destnîşan kir ku modela girtîgehên Tîpa S'yê parçeyek ji pergala tecrîda Îmraliyê ye û got: “Ev girtîgeh navendên şikandina vîna muxalifan e, bi taybetî yên ji ber sedemên siyasî girtî ne. Navenda binpêkirina tenduristiyê û tunekirinê ye. Girtî hema bibêje nikarin pêwendiyê bi kesî re jî deynin, tenê heftê saetekê ji bo sporê tên cem hev. Ji xeynî vê tu aktivîteyeke wan a sosyal tune ye. Ev yek hem ji aliyê bedenî hem jî ji aliyê derûnî ve dibe sedema pirsgirêkên cidî. Girtîgehên Tîpa S'yê modelên dijhiqûqî ne."    Eksîk ji bo girtîgehên tîpa S'yê got: "Tu ferqa wan ji kampên Naziyan ên Hîtler tune ne."   TECRÎDA ÎMRALIYÊ   Eksîk destnîşan kir ku li Girtîgeha Îmraliyê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in didome û got: “Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan îro li Tirkiyeyê veguheriye pergalekê. Ev pergal li Girtîgeha Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan hat pêkanîn û paşê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê û tevahiya civakê hat pêkanîn. Bingeha bêhiqûqiya li girtîgehan û binpêkirinên antîdemokratîk ên li ser civakê bingeha xwe ji pergala tecrîdê ya Îmraliyê digirin."    RÊZGIRTINA JI BO MAFAN   Eksîk bal kişand ser Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên li girtîgehan hatine avakirin.   Eksîk destnîşan kir ku her diçe binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dibin û got, divê Wezareta Dadê û berpirsyarên erkdar rêzê li mafên mirovan bigirin û hiqûqê esas bigirin. Eksîk destnîşan kir ku demildest divê dawî li tecrîdê jî bê û wiha got: “Kesên tên cezakirin an jî tên binçavkirin, nayê wateya ku hemû mafên wan ji aliyê desthilatê ve bên desteserkirin. Divê rêz li mafên girtiyan bê girtin û ji bo jiyaneke birûmet rayedar divê bi hesas tevbigerin."    MA /  Cengîz Ozbasar