Konsera Xecê hat betalkirin 2022-09-10 20:37:04   ŞIRNEX - Konsera hunermend Xecê ku dihat payin di 4'ê Cotmehê de bihata lidarxistin hat betalkirin.   Konsera hunermed Xecê ku dihat payin di 4'ê Cotmehê de li Navenda Kongre û Çandê ya 15'ê Tîrmehê ya Zanîngeha Şirnexê bihata lidarxistin, ji aliyê Rektoriya Zanîngeha Şirnexê ve bêyî hincetek bê nîşandan hat betalkirin. Hunermend Xecê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ragihand ku konsera wê hatiye betalkirin: "Konsera me ya Xecê ku dihat payin di 4'ê Cotmehê de li Navenda Kongre û Çandê ya 15'ê Temmûzê bihata lidarxistin, ji aliyê Rektoriya Zanîngeha Şirnexê ve hat redkirin û betalkirin."