Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin 2022-09-10 16:37:55   STENBOL - Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin vê hefteyê li Kadikoyê Nobeda Edaletê li dar xistin. Polîsan 10 çalakger binçav kir. Di çalakiyê de tundiya polîsan û binçavkirina çalakgeran hat şermezarkirin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di hefteya 26’em3in de li ber îskeleya navçeya Kadikoya Stenbolê pêk hat. Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Zuleyha Gulum û Dilşat Canbaz, endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê û rêveberên HDP’ê destek dan çalakiya malbatan.    Beriya çalakiyê polîsan qadê dorpêç kir û malbatên girtiyan tevî astengiya polîsan jî meşiyan heta ber îskeleyê. Polîsan li vir malbatan dorpêç kir û diyar kirin ku ew li ser fermana qeymeqamiya navçeyê destûra çalakiyê nadin. Malbatan bertek nîşanî polîsan dan û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Polîsan êrişî malbatan kir û malbatên girtiyan Fincê Akman, Cemîle Çîftçî, Cemîle Karakaş û 7 kesên din binçav kirin. Polîsan di kêliya binçavkirinê de tundiyê li çalakgeran kirin.    Parlamenter Dilşat Canbaz û Zuleyha Gulum bertek nîşanî tundî û binçavkirinê dan û xwestin her kes bi hev re li dijî zilma polîsan têbikoşe û piştgiriyê bidin malbatên girtiyan. Parlamenteran xwestin girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin tavilê bên berdan.