Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye 2022-09-10 15:54:09   STENBOL - Di çalakiya “Rûniştina F” de hat diyarkirin ku proteza girtiya nexweş Dîcle Bozan kevn bûye û ji ber vê bi pirsgirêkên cidî re rûbirû maye û xwest daxwaza Bozan a proteza nû bê qebûlkirin.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 546’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin. Di çalakiyê de vê hefteyê bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Dîcle Bozan a li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Jinan.    Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Ferît Barût daxuyanî xwend û bal kişand ser binpêkirinên mafan, îşkence, muameleya xerab û mirinên bi guman ên di demên dawî de li girtîgehan zêde bûne û xwest dawî li vê rewşê bê anîn.    REWŞA WÊ GIRAN E    Barût anî ziman ku rewşa ku Dîcle Bozan pê re rûbirû maye vegot û ew di sala 2017’an de piştî birîndar tê desteserkirin hatiye girtin û çîm û ranek wê ampute û kolostomî hatiye kirin û di ranê din de jî parçeyên şarapnele hene û bêyî baş bibe wê dişînin Girtîgeha Xarpêtê. Barût diyar kir ku nexweşînên wek mîgren û epîlepsî li Bozan peyda bûne û di sala 2018’an de ji ber bêderfetiya tedawiya li Xarpêtê wî şandine Girtîgeha Menemena Îzmîrê ya Tîpa R’yê. Barût got ji ber nexweşiya epîlepsî ew nikare bi tena serê xwe bijî.    DIVÊ PROTEZA WÊ WERE NÛKIRIN    Barût da zanîn ku li Girtîgeha Menemenê jî tedawiya pêwîst a Bozan nehatiye kirin û emeliyata wê 9 meh hatiye taloqkirin. Barût diyar kir ku piştre Bozan sewqî Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê hatiye kirin û mafê wê yê tedawiyê li vir jî hatiye astengkirin. Barût destnîşan kir ku proteza girtiya nexweş Dîcle Bozan kevn bûye û ji ber vê bi pirsgirêkên cidî re rûbirû maye û xwest daxwaza Bozan a proteza nû bê qebûlkirin.