Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê! 2022-09-10 13:31:54 ENQERE - Dadgehê di danişîna 16’emîn a Doza Kobanê de biryara xwe eşkere kir û diyar kir ku heke HDP’yî û parêze Serokkomar Erdogan bînin danişînê dê lê bê guhdarîkirin. Danişîna 16’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 20 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Danişîna 16’emîn a dozê duh bi dawî bû.    Biryara navberê ya ku şandeya dadgehê têkildarî danişîna 16’emîn de amade kir, li pergala UYAP’ê hat barkirin.    DAXWAZ HATIN REDKIRIN    Di biryara navberê de hat dîtin ku şandeya dadgehê hemû daxwazên parêzer û siyasetmedaran hatine edkirin û her wiha daxwaza bila Wezîrê Karê Navxweyî yê wê demê Efkan Ala, Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan, Musteşarê MÎT’ê yê berê Emre Tner, Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû û Serokkomar Tayyîp Erdogan wek şahid bên guhdarîkirin jî hat redkirin.    Şandeya dadgehê di biryara navberê de gotiye heke HDP’yî û parêzer dikaribin Erdogan, Ala, Fîdan, Taner û Davûtoglû bînin danişînê dê li wan bê guhdarîkirin.    Dadgehê derbarê 20 siyasetmedarên girtî de biryara berdewama girtinê da û du hefte navberê da danişînê. Periyoda danişînek din dê di 26-27-29-30’ê îlonê û 03-04-06-07’ê cotmehê de bê lidarxistin.