Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome 2022-09-10 12:34:24   ENQERE - Malbatan di meha 71’an a Komkujiya Gar a Enqereyê de jî daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin û gotin: “Dê têkoşîna me bidome.”   Çeteyên DAIŞ’ê di 10’ê cotmeha sala 2015’an de li Gar a Enqereyê di nava Mitînga Ked û Demokrasiyê de bombe teqand. Di encama teqînê de 104 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, di hefteya 71’an de jî li Qada Gara Enqereyê hatin bibîranîn. Di bîranînê de malbatên kesên hatine qetilkirin, Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk, Sekretera Jin a KESK’ê Done Gevher, Seroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Nejla Kurul û gelek kesên din amade bûn.    Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê girseyî Seroka Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) Mehtap Sakîncî Coşgun axivî.   ‘EM BI BÊEDALETIYÊ RE RÛ BI RÛ HATIN HIŞTIN’   Coşgun, anî ziman ku li dijî sivîlan komkujiyeke mezin hate kirin û wiha got: “Kêmek ma ye ku komkujî bikeve sala 7’an lê hêj jî edalet pêk nehatiye. Bi salaye em li benda edaletê ne û ev hêvî roj bi roj kêm dibe. Bêedaletî li me hate kirin. Em bi hêrseke mezin dikevin cotmehê. Daxwaza me ew e ku kujer êdî bên darizandin. Li vî welatî mezintirîn komkujiya sivîlan hate kirin. Lê her ku em daxwaza edaletê dikin, dibînin ku çendek piyon tên darizandin. Tevî 7 salan jî ji hêla edaletê tu pêşketin çênebûn. Heke di destpêka darizandinê de weke ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ bihata qebûlkirin dê rewş niha wiha nebûya. Lê tevî her tiştî jî dê têkoşîna me bidome. Em ê di 10’ê cotmehê de ji bo qurbaniyan merasîma bîranînê li dar bixin. Banga me li her kesî ew e ku tev li bibin.”    Piştre jî Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk axivî û got ku heta kesên komkujî pêk anîn û hêzên li pişt wan tên dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin.    Merasîm bi dirûşmên “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” û “Dê roj were ku dewran biguhere û kujer hesabê bidin” bi dawî bû.