‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’ 2022-09-10 11:44:35   ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bertek nîşanî neberdana girtiya nexweş Aysel Tugluk da û wiha got: “Di salên 90’î de kurd bi cînayetên kiryarnediyar dihatin qetilkirin. Hikûmeta AKP’ê jî niha li girtîgehan bi heman polîtîkayê nêzî girtiyên nexweş dibe.”    Cîgira Hevserokê Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Berê Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê tê ragirtin û nexweşa demansê ye, li girtîgehê bi şewba Kovîd-19’ê ket. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, Tugluk duh rakirin nexweşxaneyê û piştre dîsa anîn girtîgehê. Di sala 2021’an de li Nexweşxaneya Seka ya Kocaeliyê teşhîsa nexweşiya demansê li Tugluk hatibû kirin. Li ser vê yekê ji bo berdana Tugluk li Saziya Tipa Edlî (ATK) 3 caran serlêdan hatibû kirin lê ATK’ê her carê jî got; “Tugluk dikare di girtîgehê de bimîne.” Serlêdana ji bo Tugluk a li Dadgeha Qanûna Bingehîn jî bi neyînî hate bersivandin.    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî neberdana Tugluk bi ajansa me re axivîn.    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku polîtîkayên cihêkar li dijî Tugluk di meriyetê de ne û wiha got: “AKP û Wezareta Edaletê di çarçoveya dijminatiya li kurdan de nêzî girtiyên nexweş dibin. Çevîk Bîr jî bi heman nexweşiya Tugluk ketibû lê hate berdan. Lê mafê jiyanê yê Aysel Tugluk tê binpêkirin. Ji ber binpêkirin û polîtîkayên cihêkariyê, di nava 4-5 mehên dawî de gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Kurd di salên 90’î de bi cînayetên kiryarnediyar dihatin qetilkirin û AKP jî niha li girtîgehan bi heman polîtîkayê nêzî girtiyên nexweş dibe. Girtiyên nexweş an nikarin derman bibin an jî demekî kin piştî berdanê jiyana xwe ji dest didin. Berpirsyarê van mirinan jî dewlet e. Li welatên demokratîk tenê girtiyekî nexweş jî jiyana xwe ji dest bide wezîrê edaletê îstîfa dike lê dev ji îstîfayê berdin, lêpirsînek jî nayê destpêkirin. Gumana cînayet û binpêkirinên giran hene.”    ‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’   Gunay, anî ziman ku divê di serî de Aysel Tugluk, hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan û wiha pê de çû: “Divê şert û merc bên amadekirin ku li derve mafê xwe yê tenduristiyê pêk bînin. Hemû kes bi helwesta nîjadperest a ATK’ê dizane. Em tevek baş pê dizanin ku raporên ATK’ê ji nirxên zanist û mafên mirovan bêpar in.”    ‘BI HESTA TOLHILDANÊ NÊZ DIBIN’   Têkildarî mijarê Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî ev tişt anî ziman: “Tugluk du caran weke parlamenter hate hilbijartin û hevseroka yekemîn e. Li dijî Tugluk polîtîkayeke taybet heye. Nexweşeka demansê nikare şert û mercên girtîgehê ragire. Aysel a hêja nikare bi tena serê xwe di odeyekê de bimîne, pêdiviyên xwe bi cih bîne û xwarinê bixwe. Tevî vê rastiyê jî ATK dibêje; ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Pergalek heye ku jê re dibêjin hiqûqa dijminatiyê lê van hiqûqa dijminatiyê jî derbas kiriye û bi hesta tolhildanê nêz dibin.”   ‘SÛCÊ ÎŞKENCEYÊ DIKIN’   Bi domdarî Beştaş got ku di şexsê Tugluk de îşkence li gelê kurd jî tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke ne ji Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Edîbe Şahîn û hevalên din be, Aysel Tugluk nikare di girtîgehê de bimîne. Di dema serdanan de min dît ku heta karmendên girtîgehê jî dibêjin; ‘aman aman bila bi tenê nemîne, bisekinin heta diçe.’ Beriya her tiştekî ya ku tê kirin sûcê îşkenceyê ye. Tevî hemû daxwazên me jî ne rayedar û ne jî ATK bersivekî nade rexneyên me. Divê zanyar û bijîşk li ser soza Hîpokrat bin û bi cihêkarî nêzî kesekî nebin. Aysel hem kurd e, hem jin e, hem muxalîf e û hem jî elewî ye. Dema em van nasnameyan tevan didin ber hev, dibînin ku rastî cihêkariya herî giran tê.”    ‘HIQÛQ BO HEMÛ KESAN MÎNA HEV NÎNE’   Herî dawî jî Beştaş wiha got: “Dema desthilatdarî dixwaze pir bi rehetî kesan ji girtîgehê derdixîne. Devlet Bahçelî got; ‘Mumtazer Turkone nikare di girtîgehê de bimîne.’ Demekî kin piştre Turkone hate berdan. Çû serdana Alaattîn Çakici û demek piştre bi efûyeke taybet hate berdan. Bi hezaran kesên sûcên cînayet û tecawizê kiribûn hatin berdan. Lê li gorî hiqûqa navneteweyî, dewlet dikare sûcên li dijî xwe efû bike lê yên li dijî şexsan hatine kirin nikare efû bike. Niha yek girtiyekî hîzbûllahî di girtîgehê de nema. Hiqûq ji bo hemû kesan mîna hev nîne. Ya ku nahêle Aysel Tugluk were berdan jî îradeya siyasî ye.”