'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der' 2022-09-10 09:04:39   ŞIRNEX - Selahattîn Demîr ku ji bo hevdîtinê bi kurê xwe yê di Girtîgeha Xarpêtê de bike çûye girtîgehê got: “Dixwazin girtiyên siyasî li girtîgehê tecrîd bikin û tew hinekan jî bikujin û wekî 'xwekuştinê' bidin der."    Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi pêkanînên nû didomin. Bi taybetî jî pêkanînên li dijî girtiyên siyasî hem malbatan hem jî girtiyan mexdûr dikin. Ji girtiyên ku ji ber sedemên siyasî hatine girtin yek jê jî Celalettîn Demîr ê 28 salî ye. Li Demîr muebeda giran û 54 sal ceza hatiye birîn. Demîr ku di sala 2017'an de li navçeya Qilaban a Şirnexê hatiye binçavkirin û ew xistine Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê, piştî hatiye girtin bi du hefteyan ew şandine Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa F'yê ya Hejmara 1'ê.    Bavê girtî Celalettîn Demîr, Selahattîn Demîr (53) ku di 5'ê îlonê de çûye girtîgehê ji bo hevdîtinê, behsa bêhiqûqîtiyên ku bi wan re rû bi rû maye kir. ‘DIXWAZIN WAN JI JIYANÊ QUT BIKIN'   Demîr da zanîn ku demek berê kurê wî şandine girtîgehek dûrî wan û got: “Sedema bingehîn a ku kurê min şandin Xarpêtê ew e ku têkiliya wî ya bi malbatê re qut bikin. Kurê min şandin cihekî dûr ku em bi awyaekî rêk û pêk wî nebînin. Ev li hemberî hemû girtî û malbatan tê pêkanîn. Girtiya dişînin cihên dûrî malbatên wan. Bi vî awayî dixwazin di warê aborî de jî malbatan bitengijînin. Hevdîtinê hem ji bo girtiyan hem jî ji bo malbatan vediguherînin îşkenceyê."    Demîr anî ziman ku sewqkirina girtiyên siyasî ya ber bi cihên dûr ve ew e ku girtî ji jiyanê bên qutkirin û wiha got: “Dixwazin girtiyên siyasî ji hemû qadên jiyanê qut bikin. Dixwazin girtiyên siyasî li girtîgehê tecrîd bikin û tew hinekan jî bikujin û wekî 'xwekuştinê' bidin der. Kesên ku nasnameya kurdî qebûl dikin û ji bo jiyanek li gor wê têdikoşin bi tu awayîli mafên wan esas nayên girtin."   POLÎTÎKAYA BÊZARKIRINÊ   Demîr diyar kir ku ew û hevjîna xwe û 2 zarokên xwe ji Cizîrê çûne Xarpêtê ji bo hevdîtinê bi kurê xwe yê girtî re bikin û wiha axivî: “Rê 7-8 saetan ajot. Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj em gihîştin girtîgehê. Vê carê em bi helwestên kêfî yên ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve dihatin meşandin re rû bi rû man. Dema em nû ketin girtîgehê em rastî lêgerînê hatin. Piştî vê vê lêgerînê em ketin hundir û em rastî lêgerîneke din hatin. Ji bilî cil û bergên me tiştekî me nema. Piştre bi dedektorê lêgerîn kirin. Paşê em birin beşeke din û vê carê jî çavê me kontrol kirin. Piştî kontrolkirina çavan, em birin beşeke din û li wir ji me xwestin ku em di amûra x-rayê re derbas bibin. Di vê beşê de ji me xwestin ku em pêlavên xwe derxin û wiha pêtazî bimeşin. Digel ku tiştek li ser me tunebû jî, her ku em derbas dibûn deng ji amûrê diçû. Bi eyarên amûrê lîstibûn, lewma deng jê diçû. Her kes belkî 10-15 caran tê re derbas bû. Bi taybetî li wê beşê qelebalixeke mezin çêdibe. Kal, zarok, astengdar, her kes tê sekinandin."   ÎŞKENCE   Bav Demîr wiha domand: “Piştî lêgerîna ku veguherî îşkenceyê me zarokên dîtin. Piştî ku hevdîtin bi dawî bû jî destûr nehat dayîn ku em ji girtîgehê derkevin. Em li ber avahiya girtîgehê ya Hejmara 1 hatin sekinandin. Tevî ku di navbera deriyê derketina girtîgehê û avahiya em tê de bûn 50-60 metre mesafe hebû jî, destûr nedan em bi peyatî derkevin. Gotin em ê we bi erebeya xwe ya rîngê bibin. Em tam du saetan li ber tavê hatin sekinandin. Dema me got em dixwazin bi peyatî derkevin derve, gardiyanên li benda derketina me, gef li me xwarin ku dê derbarê me de zabitnameyê binivîsin û hevdîtinê li me qedexe bikin. Tevî ku li wir wesayît hebûn jî, em 2 saetan bi zanebûn di bin wê tavê de hatin sekinandin. Mirovên ji hevdîtinê derketin ji cihên dûr ên wekî Dersim, Erzirom û Şirnexê hatibûn. Tevî ku rêwîtiya wan dirêj bû jî, destûr nehat dayîn ku kes derkeve. Ev, hemû pêkanînên dijmirovahiyî ne.”   POLÎTÎKAYA TECRÎDKIRINÊ   Demîr destnîşan kir ku di serdema darbekar Kenan Evren û salên 90’î de li şûna îşkenceya fizîkî îşkenceya derûnî cih girtiye û got: “Sedema bingehîn a van pêkanînan çewisandina malbatan e. Di encama van zextan de armanc dikin ku careke din malbat zarokên xwe yên li girtîgehê nebînin. Ev parçeyek ji şerê derûnî ye. Lê bereksê van em ê hîn bêtir xwedî li zarokên xwe derkevin. Bi taybetî em ê hevdîtinên girtî û vekirî yên zarokên xwe. Pêwîst e hemû malbatên girtiyan zêdetir xwedî li zarokên xwe derkevin û biçin hemû hevdîtinan. Divê em li dijî van polîtîkayên qirêj têbikoşin. Divê raya giştî li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne. Bêdengmayîna li hemberî van kiryaran, şirîkê pêkanînên dijmirovahî ye. Divê her kes dengê xwe derxe û bertekên xwe nîşan bide.”