Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin 2022-09-10 09:03:29 ŞIRNEX - Gundê Arbo yê suryaniyan ê li quntara Çiyayê Bagokê ku 3 caran hatiye valakirin û her sê caran jî bi salan vala maye niha jinûve tê avakirin. Ji suryaniyên ku vegeriyan gund Seyfo Erdînç got: "Divê her kes xwedî li ax û warê xwe derkeve."    Di salên 1990'î de li herêmê bi hezaran gund di bin navê "ewlehiyê" de hatin valakirin. Gundên ku hatin valakirin piştre jî yek bi yek hatin şewitandin. Herêmên ku di bin navê polîtîkayên "ewlehiyê" ji mirovan hatin xalîkirin bi salan ketin û derketina wan hat qedexekirin. Şeniyên herêmê ji bêgavî an berê xwe dan derveyî welêt an jî metrepolan.    Suryaniyên ku yek ji motîfên girîng ên herêmê ne jî nesîb ji polîtîkayên tunehesibandinê girtin. Ji gundên suryaniyan ên nesîb ji van polîtîkayan girtin yek jê jî Arbo yê bi ser navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ve girêdayî ye. Gundê Arbo ku 3 caran hatiye valakirin, li quntarên Çiyayê Bagokê ye û di sala 1990'î de hatiye valakirin. Li gundê Arboyê 7 dêr lê hene û ji van dêran Mor Dîmet û Meryem Ana hatine restore kirin. Her 5 dêrên din jî ji ber ku wekî gov hatine bikaranîn li benda restorekirinê ne. Gundê Arbo di heman demê de wekî navenda gundên suryaniyên herêmê jî tê zanîn. Bi valakirina gund re, şêniyên gund berê xwe dan Ewropayê. Lê piştî salan bi vegera suryaniyan niha jinûve ava dibe. Suryaniyên ku vegeriyane gund dest bi çêkirina xaniyên xwe dikin. Li gund heta niha 20 mal hatine çêkirin. VEDIGERIN WARÊ XWE   Seyfo Erdînç (69) ku di sala 1969'an de ji gund derketiye û çûye Ewropayê, di sala 2001'ê de dîsa vegeriyaye gund, anî ziman ku wan bi çêkirina xaniyan dest bi avakirina gund kiriye û got: "Di sala 1990'î de hikûmetê gundê me vala kir û em hemû çûn Ewropayê. Gundê me 23 salan vala ma. Em di sala 2001'ê de hatin gund. Di sala 2007'an de me dîwarên gund çêkirin û biryar da ku vegerin gund. Ev der cih û warê bav û kalê me ye. Erdê mirov, mirovî dikişîne. Li Ewropayê her tiştê me heye, lê wexta ku ez têm vê derê Ewropa êdî nayê bîra min. Ez li vir gelek rihet im. Li vir aramî heye. Li gundê me 7 dêr hene. Di roja destpêkê de me bi 7 malan dest bi avakirinê kir û niha 20 mal hatine çêkirin. 4-5 mal jî jinûve tên çêkirin. 3-4 avahiyên kevin jî em ê wekî berê bihêlin. Dîrokî ne. Ez bi xwe ev 2 sal in li vir im. Ez 10 mehan li vir dimînim û 2 mehan jî diçim Almanyayê li gel zarokên xwe dimînim."   GUND 3 CARAN HATIYE VALAKIRIN   Erdînç bi lêv kir ku tevî hemû şert û mercan jî wan gundê xwe jinûve ava kiriye û wiha domand: "Dema ku em vegeriyan gund tu tişt nehiştibûn. Rezên me xerab kiribûn. Gundê me 3 caran hat valakirin. Di valakirina dawî de 23 salan vala ma. Carekê 40 salan vala ma û carekê jî 70' salan vala maye. Lê belê tu kes neket gundê me û me dîsa gundê xwe ava kir. Em naxwazin careke din bê valakirin. Li qûntarên Çiyayê Bagokê 7 gundên me suryaniyan hene. Ên hatine valakirin jinûve ava dibin. Lê hê bi temamî nehatiye rûniştandin. Di sala 2007-2008'an de tenê şexsek li vir dima. Lê niha 14 malbat li vir hene. Beriya niha em dihatin 2 mehan li vir diman, 10 mehan li Ewropa. Lê em niha 10 mehan li vir, 2 mehan li Ewropa diminîn. Gelek malbat jî havîn û zivistanan li vir dimînin. "   'DIVÊ EM XWEDÎ LI AXA XWE DERKEVIN'   Seyfo Erdînç diyar kir ku tu derê dinyayê wekî axa mirov nabe û ev tişt gotin: "Gundê me ji 900 malan pêk dihat. Her malek 10 zarokên wan hebûn. Wexta fermana Heco çêbû gelek gundiyên me çûn Rojavayê. Ji gundê me gelek kes li Tirbespiyê, Xerdûkan, Qamişlo, Şelmuhiyê û Derikê hene. Ji vî gundî gelek kes derbasî Rojavayê bûn. Em kêfxweş in ku vegeriyane gund. Divê her kes xwedî li axa xwe derkeve. Ji ber ku ez li vir im, ez ne poşman im. Pereyê dinyayê diçe û tê. Lê ez çi qasî li Ewropa bim jî, ez xwe li vir his dikim. Lewma divê em xwe xwedî lê derkevin. Em biçin ku dera dinyayê wê ji me re bibêjin biyanî."    MA / Zeynep Dûrgût